Çalakiya li ber OPCW’ê di roja 41’emîn de ye
Çalakiya Xoşnav Ata ya li ber avahiya OPCW’ê di roja 41’emîn de berdewam dike.
Çalakiya Xoşnav Ata ya li ber avahiya OPCW’ê di roja 41’emîn de berdewam dike.
Çalakiya edaletê ya Xoşnav Atayê Kurdistanî ku ji bo protesto kirina bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li ber avahiya OPCW’ê ya li bajarê Den Haag ê Holandayê dest pê kiriye, dewam dike.
Ata yê 56 salî bi dowîzê “Dewleta Tirk, birazî/ê/ xwarzî/êyek a min bi çeka kîmyewî qetil kir. OPCW, tu çima lêkolînê nakî?“ bang li OPCW’ê dike ku berpirsyariya xwe bi cih bîne, çalakiya xwe her roj saet di navbera 10.00 û 13.00’î de li dar dixe.
Aktîvîstên ji Rojhilatê Kurdistanê, ji bo piştevaniyê serdana Ata kir û xwest ku OPCW di der barê bikaranîna çekên kîmyewî de li cihê bûyerê vekolînê bike.