Çalakiya li ber avahiya NY’ê didome: Em ê li dijî êrîşan li ber xwe bidin

Girseya ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Ofîsa NY’ê ya li Cenevreyê hatin ba hev, banga berxwedana li hemberî destgîrkirinên navend Amedê dan.

Bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 25’ê Çileya 2021’an û vir ve li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) çalakiya rûniştinê dewam dike. Li çalakiya rûniştinê ya di vê hefteyê de ku Kurdistaniyan her hefte roja Çarşemê li pêşiya avahiya ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) a Cenevreyê lidar dixin, destgîrkirinên li bajarên Tirkiye û Kurdistan ku navenda wê Amed e pêk hat, hat protestokirin.

‘EM Ê BI BERXWEDANÊ BIBIN BERSIV’

Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê Mehmet Latîf Çelebî di çalakiyê de axivî û anî ziman ku ew ji bo protestokirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan çalakiya rûniştinê didomînin û bertek nîşanî operasyonên qirkirina siyasî yên navend Amedê da û wiha got: “Bloka faşîst dizane ku wê biçe, ji ber vê ye êrîşên xwe berfirehtir kir. Em ê jî bi berxwedanê bersivê van êrîşan bidin.

Çelebî diyar kir ku hêza ku wê bloka faşîst têk bibe, tevgera Kurd e û banga mezinkirina têkoşînê û tevlîbûna xebatên hilbijartinê kir.

Girse piştî daxuyaniyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin û gelek caran dirûşmeyên têkîldarî “Pêngava Dem Dema Azadiyê” berz kirin.