Ji partiyên muxalefetê yên Elmanyayê Partiya Çep, têkildarî hevkariya ewlekarî/hiqûqê ya hikumeta Berlînê bi rejîma Enqereyê re, her wiha karên îstîxbarata dewleta Tirk û serlêdanên li Înterpolê, çend roj berê pêşnûme pirsek pêşkêş kiribû.
Pêşnûme ji aliyê Parlamentera Çep Sevîm Dagdelen ve hate amadekirin. Hikumeta federal a bi serokwezîrtiya Olaf Scholz di 29'ê Tîrmeha 2022'an de bersiv da pêşnûmeyê. Di bersiva kurt de ku gihîşte ANF'ê, li gorî qeydên Midûriyeta Emniyetê ya Federal a Elman, dewleta Tirk sala 2021'ê 291 carî, sala 2022'an heta 15'ê Tîrmehê jî 203 caran serî li Înterpolê da.
SALA 2021'Ê DAXWAZA RADESTKIRINA 79 KESAN XWESTIN
Li gorî heman bersivê, dewleta Tirk sala 2021'ê daxwaza radestkirina 79 kesên li Elmanyayê kir. Hikumeta Elman her wiha diyar kir ku heta 19'ê Tîrmeha 2022'an ji bo radestkirina 48 kesan serlêdan hatiye kirin. Lê belê eşkere nekir bê ev kes kî ne û ji ber kîjan lêpirsînan radestkirina wan hatiye xwestin.
Hikumetê li ser hevkariya Enqere-Berlînê ya mijarên hiqûqî jî agahî da. Li gorî vê yekê sala 2021'ê dewleta Tirk 463 caran, sala 2022'an jî 300 carî ji Elmanyayê piştgiriya hiqûqî xwestiye û bi vê armancê serlêdan kiriye. Hikumeta Scholz eşkere nekir bê piştgiriya hiqûqî ya hatiye xwestin çi ye.
SALA 2021'Ê 7 SÎXUR Û SALA 2022'AN JÎ SÎXUREKÎ MÎT'Ê KETIN BER LÊPIRSÎNÊ
Di bersiva hikumeta federal de li ser karên îstîxbaratê yên dewleta Tirk ên li Elmanyayê hejmar hatin eşkerekirin. Li gorî bersivê ku agahiyên Serdozgeriya Federal weke çavkanî hate nîşandan, sala 2021'ê 7 kes bi gumana ku sîxuriyê ji dewleta Tirk re dikin ketine ber lêpirsînê. Her wiha di nava salê de (Heta 19'ê Tîrmehê) kesek ji ber sîxuriya ji bo dewleta Tirk ketiye ber lêpirsînê.
Beriya niha hatibû eşkerekirin ku di nava sala 2020'î de 4 kes ji ber karên sîxuriyê yên MÎT'ê ketine ber lêpirsînê. Hikumeta federal, li gel gelek pêşnûme pirsên muxalefetê yên salên dawî jî têkildarÎ naveroka lêpirsînên li hemberî sîxuran de agahiyê nade.
LÊPIRSÎNÊN BERÊ YÊN TÊKILDARÎ MÎT'Ê HATIBÛN GIRTIN
MÎT ku bêdengiya Elmanyayê ji bo xwe weke firsendekê dibîne, bi taybetî ji sala 2016'an û vir ve karên sîxuriyê gelekî zêde kir. Herî dawî sala 2021'ê meha Cotmehê, Tirkekî ku li oteleke Dusseldorfê li gel fîşek û lîsteyeke navan hate destgîrkirin, eşkere kiribû ku ew ji bo MÎT'ê dixebite.
Tê texmînkirin ku li Elmanyayê 8 hezar kes ji MÎT'ê re dixebite. Di karên îstîxbarata Tirk de saziya DÎTÎB'ê ya ser bi Diyaneta dewleta Tirk ve, bi roleke girîng radibe. Li mizgeftên DÎTÎB'ê ku 900 mizgeft hene, îmamên Tirk agahiyên têkildarî muxalîfên rejîma Erdogan yekser ji konsolosxane û sefaretxaneya bilind re dişînin. Ji destpêka sala 2017'an û vir ve di lêpirsînên têkildarî hin îmamên DÎTÎB'ê de gavek nehatiye avêtin. Dozgeriya federal piştre ev dosya hemû girt.