33 rêxistin û saziyên Kurdistanî: Xwedî li Şoreşa Rojava derbikevin
Rêxistinên partî û saziyên Kurdistanî yên li Ewropa banga girtina qada hewayî ya Rojava û Bakur -Rojhilata Sûriyeyê kirin û divê li her derê xwedî li Şoreşa Rojava were derketin.
Rêxistinên partî û saziyên Kurdistanî yên li Ewropa banga girtina qada hewayî ya Rojava û Bakur -Rojhilata Sûriyeyê kirin û divê li her derê xwedî li Şoreşa Rojava were derketin.
Rêxistinên partî û saziyên Kurdistanî yên li Ewropa têkîldarî gefên Serokkomarê Tirk Erdogan ên li ser Rojava û Bakur -Rojhilata Sûriyeyê daxuyaniyek hevpar dan. Di daxuyaniyê de bang li Kurdên li her çar perçeyên Kurdistanê kirin ku li dijî amadekariyên şer ên dewleta Tirk nerazîbûnên xwe nîşan bidin û banga tevlîbûnê ji bo meş û mitinga 23’ê Tîrmehê li tavahiya Ewropayê bêne lidarxistin, kirin.
Di berfirehiya daxuyaniyê de wiha hate gotin:
‘XWEDÎ LI ŞOREŞA ROJAVA DERBIKEVIN’
“Em rêxistin, partî û saziyên ku li jêr îmzeyên wan hene, bangawaziya ‘Xwedî derketina Şoreşa Rojava’ dikin. Her kesên ku ji xwe re dibêjin: ‘Em Demokrat in’, ‘Em Pêşverû ne’, ‘Em Şoreşger in’, ‘Em mirov in’ divê bi berpirsiyarî û bi hişmendiya ‘Îro roj roja xîretê û namûsê ye’ tevbigerin! Lewre dijminê sereke yê gelê Kurd û Kurdistanê dewleta Tirk a dagirker û qirker, amedekariyên dagirkirin û komkujiyên li Bakur-Rojhilatê Sûriye û Rojava dike. Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê tê zanîn ku, bi têkoşîn û berxwedanê siberoj û rûmeta Rojhilata Navîn û gelê Kurd weke stêrka hêviyê bilind dike. Ji hêla mirovahiya mezin ve bi hezkirin xwedî lê tê derketin. Ev rastiya dewleta Tirk a dagirker, qirker û faşîst, desthilatdariya AKP/MHP’ê har dike. Bakur-Rojhilata Sûriyeyê û Rojava bi têkbirina terorîstên DAIŞ’ê xewn û xeyalên Erdogan di gewriya wî de hiştin.
Daxwaza wî ya ku bi gotina ‘Kobanê ha ket, ha wê bikeve’ nîşan dide ku ew dildarê DAIŞ’ê ye. Dewleta Tirk a faşîst bi şerekî berfireh û kûr dixwaze tola têkçûna DAIŞ’ê bistîne û armancên reş û qirêj yên terorîstên DAIŞ'ê yên ku nîvco mane, bi vî şerî qirêj hêvî dikin ku temam bikin. Ev êrîşkarên har, li ku destkeftiyên Kurd û Kurdistanê hebin, dixwazin wê derê hilweşînin, xera bikin û destkeftiyên Kurdistan û Kurdan ji destên wan derxînin û tune bikin. Yên piştgirî, hêz û wêrekî didine vê êrîşkariyê sazî û dewletên têkildar ên navnetewî û bêguman bêdengiya wan e!
Em rêxistinên partî û saziyên Kurdistanî yên li Ewropa; Di serî de gelê Kurd, Kurdên li her çar perçeyên Kurdistanê, çi Başûr, çi Rojhilat, çi Bakur, çi Rojava, yên li Sovyeta berî dijîn, yên li welatên Ewropa, çi Kurdên li Kanada, Avustralya, Japonya dijîn; yên li Qibrisê, Emerîkayê koçber in, bi kurtasî Kurdên li her derên cihanê bi cîh bûne û dijîn, ger zanibin ev şerê kûr û qirêj ku dewleta Tirk a faşîst amedekariya wê dike, berî herkesî wan eleqedar dike. Divê ji herkesî pêştir û gelê me dengê xwe bilind bike. Pêwîste û girîng e ku li dijî desthilatdariya faşîst a Erdogan û Bahçelî qiyametê rake. Kurdno, ev doz doza te ye. Tu li herî pêş bimeşî. Pêşengê vê berxwedan û têkoşîna rûmetê tu yî! Ku ev sedsal bibe ya Kurdan, wê bi helwesta me Kurdan a îroyîn diyar bibe.
‘LI DIJÎ PLANÊN ŞERÊ QIRÊJ ÊN LI HEMBER ROJAVA BÊDENG NEMÎNIN’
Ji hemû mirovahiyê, NATO, Emerîka, Rûsya, Yekîtiya Ewropayê û tevahiya derdorên mafên mirovan diparêzin re em dibêjin: Li dijî amedekariya êrîşa hilweşandin, xerakirina Bakur-Rojhilata Sûriyeyê û Rojava dengê xwe bilind bikin. Ji bo qada hewayî ya Rojava û Bakur-Rojhilata Sûriyeyê bêne girtin em bang dikin.
‘EM DENGÊ 33’Ê PARTIYÊN SIYASÎ YÊN BAKUR-ROJHILATA SÛRIYÊ Û ROJAVA NE’
Em dengê mîlyonan e. Ev deng ji Emerîka û Rûsyayê re dibêjin, li dijî êrîşên dewleta Tirk a faşîst û dildarê DAÎŞ’ê hevbeş û hevkar tevbigerin û demildest qada hewayî ya Rojava û Bakur-Rojhilata Sûriyeyê ji firîna firokeyên şer ên Tirkiyê re qedexe bikin. Ev qêrîn qêrîna Şoreşa Rojava ye. Ev qêrîn qêrîna Xweseriya Bakur-Rojhilata Sûriyeyê ye. Ev qêrîn qêrîna biratiya gelan e. Ev qêrîn li dijî êrîşên dewleta Tirk a faşîst qêrîna azadî, wekhevî û aşitiyê ye. Ev qêrîn qêrîna Kurdistanê û hemû Kurdan e.
Em bi vê hest û helwestê her mirov, kes, rêxistin, sazî, tevger û partiyên ku dilê wan ji bo Rojava û Bakur-Rojhilata Sûriyeyê lê dide, vedixwînin meş û mîtîngên 23’ê Tirmehê li tevahiya Ewropayê dê bêne lidar xistin.
Navên partiyên îmzeya xwe li binê metna daxuyaniyê danî wiha ne:
Tevgêra Goran, KCDK-E (Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyên li Ewropa), TJK-E (Tevgera Jinên Kurdistanê-Ewropa), Partiya ŞÛÎ Başûrê Kurdistanê, Kongra Star (Rêxistina Jin a Rojava, Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê), Ewropa Partiya Zahmetkêşan, Başûr PADÊ (Partiya Azadî û Demokrasiya Êzîdiya), Tevgera Azadî, PYD’ê (Partiya Yekîtiya Demokrat), P.D.K.S (Partiya Demokratîk a Kurdên Sûriyeyê), Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê, Tevgera Nûjen ya Kurdistanî-Sûriye, PÇDKS ( Partiya Çep a Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê), Partiya Demokratîk Kurd -Sûriyeyê ( El Partî), Partiya Çep a Demokrat –Sûriyeyê, Partiya Rêkeftin a Kurd –Sûriyeyê, Partiya Çaksaziya Kurd –Sûriyeyê, Kesk a Kurdistanî –Sûriyeyê, Partiya Demokrata Kurdistanî –Sûriyeyê, Partiya Komanist a Kurdistanî –Sûriyeyê, PÎK (Partiya Îslamiya Kurdistan), KKP ( Partiya Komînîst a Kurdistan), Tevgera Kawa PJAK(Partiya Jiyana Azada Kurdistan), Yekitiya Şoreşgerên Kurdistan, KODAR (Civaka Demokratîk û Azad ya Rojhilatê Kurdistanê), KJAR (Civaka Jinên Rojhilatê Kurdistanê), Platforma Horam, Platforma Zagros, Platforma Yarsan Yarî Kurd ,Partiya Demokratîk Pêşverû Kurdên li Surîyê, Tevçand (Tevgera Çand û Hunera Kurdî), Kurdische Gemeinde Stuttgart e.V, FEDA ( Federesyona Elewîyên Kurdistan), NAV YEK (Navenda Mal û Komelê Êzdiyan), Kurdische Zentrum Berlin, CIK ( Civaka Îslamiya Kurdistan), Enstituta Kurdî – Elmanaya, Enstituta Kurdî – Bruksel, MŞD ( Meclîsa Şingal a Derveyî Welat), YMK ( Yekîtîya Mamostayên Kurdistan), YES (Yekitiya Êzdiyên Sûriyeyê), Kurdische Gemeinde zu Berlin-Brandenburg e.V. Dachverband der Êzidischen Frauenräte, DKF (Deutsch-kurdisches Forum), e.V Dresden, Kongreya Gel a Mezopotamyayê, Partiya Azadî ya Mezopotamyayê, Kurdistan human rights Association, Civaka Kurd ji bo Neteweyên Yekbûyî, Partiya Roj.”