Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) û Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) derbarê êrîşa ku li ser Bareha Zirgiwêze ya Silêmaniyê pêk hat û 9 pêşmerge şehîd bûn, daxuyaniyaniyekî hevpar dan. Di daxuyaniyê de 9 pêşmerge hatin bibîranîn û sersaxî ji bo gelê Kurd hate xwestin û di serî de Kurdistana Rojhilat ji bo parastina tevahî destkeftiyên demokratîk banga piştevanî û berxwedanê hat kirin.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Em wekî KCDK-E û TJK-E’yê êrîşa ku li ser Barêgeha Zirgiwêzê pêk hat û 9 pêşmerge tê de hatin qetilkirin, bi tundî şermezar dikin.
Berxwedana ku li Rojhilat bi pêşengiya jinan pêş ket, li Îranê di xeta Jin, Jiyan, Azadî de mezin bû û veguherî têkoşîna azadiya jinan a gerdûnî, ev yek qonaxa dîrokî ya ku şoreşa jinê xwe gihandiye nîşan dide. Ev berxwedana civakî ku bi pêşengiya jinan mezin bû, ne tenê daxwaza azadiya jinan, di heman demê de temsîla hesreta demokrasî, wekhevî û jiyana azad a gelan jî dike. Ji ber vê yekê, têkoşîna bi pêşengiya jinan, wekî yek jî dînamîkên herî bingehîn a veguherîna civakî tê dîtin.
Polîtîkayên hêzên navneteweyî yên li ser gelên herêmê ku dixwazin Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe yên jeopolîtîk û stratejîk ji nû ve şêwe bikin, ji bo îrade û daxwazên demokratîk ên gelê Kurd nîqaşên cidî jî bi xwe re tîne. Di vê çarçoveyê de, li dijî hewldanên beralîkirina îradeya gelê Kurd li gorî berjewendiyên hêzên derve yan jî tepeserkirina tercîhên wan ên siyasî, divê gelê Rojhilat, hêzên demokratîk ên li Îranê û aliyên civakî yên cuda, helwesta ji bo mezinkirina têkoşîna demokratîk û xurtkirina piştevaniyê raber bikin. Yekîtiya demokratîk a li ser bingeha îradeya gel, li dijî destwerdanên derve wekî zemîna civakî ya herî xurt derdikeve pêş.
Rejîma mola ya li Îranê ne tenê birçîbûn û xizaniyê li gelan ferz dike, di heman demê de polîtîkayên xwe yên zext û tundiyê didomîne. Di serî de siyasetmedarên Kurd, her roj bi dehan ciwan, jin û extiyaran bi dar ve dike û dixwaze tirse li gel civakê çêbike. Divê tavile dev ji van pêkanînên nemirovane berdin û dawî li cezayên darvekirinê bê danîn. Ev polîtîkayên ku mafê jiyanê ya gelan hedef digre, nayê qebûlkirin.
Em bi vê wesîleyê 9 pêşmergeyên endamê Komaleya Zehmetkêşan ya Kurdistanê-Îranê ku di êrîşê de şehîd bûn, bi rêz, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin; sersaxiyêê ji malbat, hevrê û tevahî gelê Kurdistanê re dixwazin.
Em wekî KCDK-E û TJK-E’yê li dijî êrîşên Îranê, bang li tevahî gelê xwe dikin ku di serî de berxwedana Rojhilata Kurdistanê, xwedî li tevahî destkeftiyan derkevin û berxwedanê mezin bikin.