Ji Fermandarê NPG'ê peyama sersaxiyê ya ji bo Kadîr Înanir: Reh berda nava dilê me hemûyan

Ji Fermandarên Navenda Parastinan Gel (NPG) Amed Malazgîrt anî ziman ku Kadîr Înanir dostekî dilsoz ê gelê Kurd û demokrat bû ku bi bindestan re bû û got, "Bi vê sekn û heqîqeta xwe ya şoreşgerî reh berda nava dilê me hemûyan."

Ji Fermandarên Navenda Parastina Gel Amed Malazgîrt ji bo hunermend Kadîr Înanir peyameke sersaxiyê weşand.

Malazgîrt anî ziman ku ew gelekî li ber wefata Kadîr Înanir ketin û Înanir bi gotina, "Mirovê bedew, ciwanê leheng ê Derya Reş û dostê dilsoz ê gelê Kurd" bi bîr anî.

Peyama Amed Malazgîrt bi vî rengî dewam kir:

"Hevrê Kadîr li gel hunermendiya xwe ya mezin, rûyê ronî yê Tirkikyeyê û demokratekî bi biryar bû ku timî li gel bindestan bû. Weke aktorekî di sînemayê de bi karakterên şoreşgerî yên li ber zilmê radibû û bi gel re bû, dilîst. Ev yek ne tenê serketineke lîstikvaniyê bû, di heman demê de nîşaneya cewher û karakterê wî yê rasteqîn bû. Bi vê sekn û heqîqeta xwe ya şoreşgerî reh berda nava dilê me hemûyan; ji bo me bû cihê hezkirin û hurmeteke kûr.

Bi hebûna xwe ji me re bû hêz û moral, silava xwe ti carî kêm nekir û bi koça xwe ya dawî re dilê me şewitand. Vî çinarê mezin bi hurmet û hesreteke mezin bi bîr tînim.

Di serî de ji malbata wî, ji hemû hezkirî û dostên wî, ji gelê me re sersaxiyê dixwazim."