BI DÎMEN

Dr. Gregor Gysi: Ji bo bicihanîna mafê hêviyê divê YE û Elmanya înîsiyatîf bigire

Dr. Gregor Gysi yê ku gelek caran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kiriye lê ji rayedarên fermî yên Tirk ti bersiv negirtiye, diyar kir ku ji bo bicihanîna “mafê hêviyê” divê Yekîtiya Ewropa (YE) û Elmanya înîsiyatîf bigire.

Partiya Çep a Elmanyayê (Dîe Lînke) kongreya xwe ya dawî ya federal 19-21’ê Hezîranê li Metropolis-Halle ya li Potsdamê lidar xist. Di kongreyê de Ines Schwerdtner car din ji bo hevserokatiyê hate hilbijartin, li şûna Jan van Aken, Luigi Pantisano hate hilbijartin. Nêzî 600 delege beşdarî kongreya sê rojî bûn. Di kongreyê de nexşerêya nû ya partiyê û bernameya têkildarî sekna îdeolojîk, hate qebûlkirin.

Parlamenterê Dîe Lînke yê li Parlamentoya Elman a Federal û yek ji serokên berê yê Lînke Fraktion, Dr. Gregor Gysi têkildarî mijarên mîna Kongreya Dîe Lînke; ciwanbûna partiyê, tedbîrên siyasî yên ku divê li dijî rastgiriya tund li Elmanya û Ewropayê bên girtin, di çareseriya meseleya Kurd de rola Elmanya û YE û bicihanîna ‘mafê hêviyê’ ji ANF’ê re axivî.

Di dawiya hefteya borî de li Potsdamê kongreyek we hebû. Di kongreyê de gelek mijarên nû hatin nîqaşkirin. Li aliyê din gelek endamên ciwan tevlî Partiya Çep (Dîe Lînke) dibin. Gelo ev nifşê nû, partiyê diguhere?

,Helbet em hatine guhertin. Bilindbûna di hilbijartinên Meclîsa Federal a dawî de û tevlîbûna gelek endamên ciwan a ji bo partiya me, em guhertin. Êdî li Rojavayê Elmanyayê, ji ya li Rojhilatê Elmanyayê zêdetir endamên me hene; berê rewş tam berevajî bû. Bi heman rengî êdî ji endamên kal zêdetir, endamên me yên ciwan hene; ev jî berê tam berevajî bû.

Weke xwezayî, mirovên ciwan di nêzîkatiyên xwe de hîn radîkaltir in. Lê ew ê jî bi demê re kal bibin. Bi gotineke din, endamên ciwan siberoja partiyê mîsoger dikin û ya girîng ev e.

Partiya Çep car din destekê qezenc dike, hêzên rastgir ên tund jî bandora xwe zêde dikin. Li gorî we ji bo bi rengekî mayînde bilindbûna rastgiran were rawestandin, divê çi were kirin?

Tenê rexnekirina AfD’ê têrê nake; divê nêrînên wê jî bên rizandin. Divê em tenê koçber û mijarên Yekîtiya Ewropayê nîqaş nekin. Divê em ji mirovan re bêjin ku AfD li dijî her cure zêdebûna ji bo diravê asgarî ye. Her wiha divê em behs bikin ku AfD dixwaze baca servetê kêm bike û baca mîrasê jî rake. Yanî di rastiyê de polîtîkayeke ji bo parastina berjewendiyên dewlemendan, dişopînin.

Tevî vê yekê jî gelek mirovên xizan, deng didin AfD’ê. Ji ber ku hema bêje ev polîtîkayên aborî, qet nayên nîqaşkirin. Timî tenê têkildarî koçberan û Yekîtiya Ewropayê behsa AfD tê kirin. Hin mirov ji komên koçberan ên diyarker û kûreyîbûnê ditirsin. Lewma ez difikirim ku divê em mijarên cuda jî bixin rojevê û bi vî rengî gav bi gav desteka ji bo AfD’ê kêm bikin.

Li Elmanyayê li gorî anketa dawî ya raya giştî rêjeya dengên Partiya Çep derketiye ser sedî 10’ê. Di heman demê de li gelek herêmên Ewropayê partiyên sosyal demokrat destekê winda dikin, partiyên çep jinûve hêz bi dest dixin. Weke jinûve bilindbûna çepa Ewropayê, hûn vê rewşê çawa şîrove dikin?

Piştî hilweşîna sosyalîzmê, tevgera çep di rêjeyeke mezin de bandora xwe winda kir. Lewma di roja îro de berê xwe dayîna rastgiriyê jî ne tesaduf e.

Partiya Çep bê navber bal dikêşe ser girîngiya mafên mirovan û pêkhateyan. Têkildarî çareseriya demokratîk a meseleya Kurd, gelo Elmanya û Yekîtiya Ewropa xwedî berpirsyariyeke çawa ne?

Destpêkê, Tirkiye hem parçeyê Asya hem jî yê Ewropa ye. Lewma ev mijar Yekîtiya Ewropa jî eleqeder dike. Her wiha biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hene û divê ev biryar bên bicihanîn. Lê belê li Tirkiyeyê ev biryar tenê qismekî tên bicihanîn. Di bunyeya Yekîtiya Ewropa de, saziyên eleqedar hene ku kontrol dikin ka biryarên DMME’yê tên bicihanîn yan na. Yekîtiya Ewropa têkildarî vê yekê, divê hîn zêdetir înîsiyatîf nîşan bide; hikûmeta Elman jî bi heman rengî.

Ya duyem divê ev neyê jibîrkirin: Kurdan netew-dewletek nîne. Lewma dewleteke ku rasterast wan biparêze jî, nîne. Yahudî piştî avakirina Dewleta Îsraîlê, bûn xwedî parastineke hîn bi bandortir. Demekê di dema serokkomarê heyî yê Tirkiyeyê de hêvî çêbû, lê ev hêvî piştre vala derketin.

Ez difikirim ku hem li Sûriye hem li Iraq hem jî li Tirkiyeyê ji bo Kurd bi nasnameya xwe ya azad û xwedî mafên wekhev bijîn, divê hîn zêdetir hewldanên navneteweyî çêbibin. Mixabin îro hîna em ji vê armancê dûr in.

Lê li Ewropayê, bi taybetî jî li Elmanyayê ji ber qedexeya li ser PKK’ê gelek Kurd tên krîmînalîzekirin?

Belê, PKK’ê têkoşîna çekdarî meşand. Hikûmeta Tirkiyeyê zexteke cidî li Elmanyayê kir da ku PKK’ê qedexe bike û weke rêxistina terorê nas bike. Lê tevî her tiştî, min li Sûriyeyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir û demek dirêj pê re axivîm.

Helbet aliyên rexnekirinê hene. Lê belê di encamê de armanca wî ya sereke azadiya gelê Kurd bû. Ji ber piştgirî da têkoşîna çekdarî cezayê hepsê yê heta hetayê lê hate birîn. Lê belê roja îroyîn dubare hêviyek çêbûye. Ji ber ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hêmana ‘’mafê hêviyê’’ pêş xist. Li gorî vê hêmanê, divê tehliyeya kesê ku cezayê hepsê yê heta hetayê lê hatiye birîn bi awayekî hiqûqî were diyarkirin. Li Tirkiyeyê hê jî têkildarî vê mijarê sererastkirineke yasayî tune ye.

Min jî bi navbeynkariya Balyozê Elmanyayê yê Tirkiyeyê gelek caran ji bo serdana Abdullah Ocalan hewl da. Lê belê heya niha destûra vê yekê nehatiye dayîn.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di biryara Ocalan de têgeha ‘’mafê hêviyê’’ li lîteratura hiqûq û siyasetê da zêdekirin. Hûn vê têgehê ji aliyê hiqûqî, siyasî û însanî ve çawa dinirxînin?

Weke ku min beriya niha jî anî ziman, ez vê biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê gelekî girîng dibînim.  Ji ber ku ev biryar ji bo hemû Ewropayê derbasdar e. Li cem me jî kesên ku cezayê hepsê yê heta hetayê lê hatine birîn, hene. Divê em bifikirin ku ji aliyê kesên ku di çarçoveya ewlehiyê de li girtîgehê tên ragirtin ve jî wê ‘’mafê hêviyê’’ çawa were sepandin.

Ev biryar bi taybetî ji ber ku di çarçoveya doza Abdullah Ocalan de hatiye dayîn ji aliyê Tirkiyeyê ve xwedî wateyeke zarûrî ye. Hikûmet û parlamentoya Tirkiyeyê divê êdî têkildarî vê mijarê sererastkirinekê bike.

Her wiha divê ev yek jî neyê jibîrkirin: Abdullah Ocalan ji bo çekberdana PKK’ê û avakirina aştiyê bang kir. Divê di biryarên ku hikûmet bide de bersiveke wê hebe. Ger bi rastî jî aştiya mayînde tê armanckirin, di vê pêvajoyê de rola wî girîng e û dema ku azad be wê vê yekê bi awayekî bandortir bi cih bîne.

Pirsa min a herî dawiyê ev e; Hûn di mijara meseleya Kurd û Kurdistanê de rola Ewropayê çawa dinirxînin? Hûn helwesta saziyên weke Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê û Parlamentoya Ewropayê ya li hemberî bicihneanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve bi têra xwe bi biryar dibînin?

Na, bi awayekî teqez ez bi têra xwe bibiryar nabînim. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryareke gelekî rast û girîng da. Lê belê saziyên Ewropayê di vê mijara bicihanîna van biryaran de gelekî fehîtok tevdigerin. Divê daxwazên xwe yên yên têkildarî Tirkiyeyê bi awayekî zelaltir û bibiryartir bînin ziman.

Ez hêvî dikim ku parlamenterên me yên li Parlamentoya Ewropayê û parlamenterên din di vê mijarê de zextê zêde bikin. Li gorî biryara Komîteya Wezîran, divê Tirkiye heya dawiya meha Hezîranê planeke çalakiyê pêşkêş bike.

Îro 26’ê Hezîranê ye. Hûn di vê mijarê de çi difikirin?

Bi rastîjî ez gelekî mereq dikim bê ka wê di 30’ê Hezîranê de çi bibe. Ger wê rojê tu geşedan çênebin, wê demê divê êdî saziyên Ewropayê bi awayekî çalak tevbigerin. Ji ber ku yê ev wext daye, ew bûn.

Gelekî spas dikim. Peyameke we ya dawiyê heye?

Ez spasiyên xwe pêşkêş dikim. Beriya her tiştî daxwaza silametiya we dikim. Ez hêvî dikim ku ez ê serdana Abdullah Ocalan bikim û bi dil can hêvî dikim ku rojekê bigihîje azadiya xwe.