CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Pakistanê di qezaya trênê de 40 kes mirin
Li Pakistanê di qezaya trênê de 40 kes mirin. Dibe ku bîlanço girantir bibe. -
Pûtîn vekişîna ji Peymana Asîmanê Vekirî pejirand
Salek piştî ku DYE'yê xwe ji Peymana Asîmanê Vekirî vekişand, Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn jî mohra xwe danî binê biryara vekişîna ji heman peymanê. -
Li Pakistanê qeza trenê: Herî kêm 30 kes mirin
Li başûrê Pakistanê di encama qezaya trenê de herî kêm 30 kes mirin, bi dehan kes jî birîndar bûn. -
Li Nîjeryayê dizê heywanan 66 gundî qetil kirin
Li eyaleta Kebbî ya li bakur rojavayê Nîjeryayê, bi dehan dizekên heywanan êriş birin ser 7 gundan. Herî kêm 66 gundî qetil kirin. -
Iraq dibe çol
Li Iraqê her sal 100 hezar hektar zeviyên çandinê dibine çol. -
Li Burkîna Fasoyê bi kêmanî 138 sivîl hatin kuştin
Li Burkîna Fasoyê li gundekî bakur derengiya şevê êrîşeke bi çekdarî çû ser gundekî û bi kêmanî 138 sivîl hatin kuştin. -
Li Iraqê li ser baregeha leşkerên DYE'yî 2 drone hatin xistin
Li rojavayê Iraqê, li ser baregeha hewayî ya Ayn El Esadê 2 drone hatin xistin. -
Buhayê xurekê gihîştiye asta rekorê
Li qada navneteweyî, buhayê xurekê vê sala dawî bi rêjeya ji sedî 40 zêde bû û gihîşt asta rekorê. -
DYE: Êrîşa li ser Mexmûrê tê wateya binpêkirina hiqûqa navneteweyî
Balyoza DYE ya li Neteweyên Yekbûyî Lînda Thomas Greenfîeld derbarê êrîşên li ser kampa penaberan a Mexmûrê got “Ev tê wateya binpêkirina qaîdeyên hiqûqî yên navneteweyî û mirovî. Ji ber van êrîşan ez gelekî bi fikar im.” -
NY: Li Çadê ji sêyan yekê gel pêwîstî bi alîkariyê heye
NY, ragihan ku ji sêyan yekê nifûsa Çadê pêwîstî bi alîkariya lezgîn a mirovî heye. -
Fransayê operasyonên leşkerî yên li gel artêşa Malî sekinand
Piştî darbeya leşkerî ya li Maliyê, Fransayê biryar da ku operasyonên leşkerî yên bi artêşa Malî re bi hevparî dike, rawestîne. -
NY: Hejmara Pentagonê ya li ser kuştina sivîlan 'kêm' hatiye eşkerekirin
Artêşa DYE'yê ragihand ku di sala 2020'î de 23 sivîl hatine kuştin. Neteweyên Yekbûyî (NY) jî ragihand ku lêkolîneke têrker nehatiye kirin, lewma hejmara sivîlên hatine kuştin kêm hatine eşkerekirin. -
Li Meksîkayê çala ku 29'ê Gulanê çêbû, roj bi roj mezin dibe
Li bajarê Santa Marîa Zacatepecê yê eyaleta Pûebla ya Meksîkayê çalek vebû. Çal roj bi roj mezin dibe. -
Li Endonezyayê bi pîleya 6,1 erd hejiya
Li nêzî Giravên Malûkû yên li rojhilatê Endonezyayê bi pîleya 6,1 erd hejiya. -
Rêxistina Efûyê li Iraqê li aqûbeta 643 kesên winda pirsî
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ji hikumeta Iraqê xwest bila hesabê 643 kesên Sunnî bide yên ku pênc sal berê ji aliyê Haşdî Şabî hatibû revandin. Koalîsyona Haşdî Şabî piştre tevlî nav artêşa Iraqê hatibû kirin. -
Li Nîjeryayê çeteyan 136 zarok revandin
Li eyaleta Nîjerê ya li navenda Nîjeryayê, çekdaran avêtin ser dibistaneke taybet a Misilman û gelek kes revandin. -
Kolombiyayê sînorê xwe yê bi Venezuelayê re vekir
Kolombiyayê sînorê xwe yê bi Venezuelayê re doh vekir ku nêzî 14 meh bû girtî bû. -
Yair Lapid ji bo avakirina hikumetê dengê têrker wergirt
Li Îsraîlê, Yair Lapid ragihand ku ji bo avakirina hikumeta yekîtiya neteweyî lihevkirin çêbûye. Lîderê muxalefetê Yair Lapid anî ziman ku ew amade ne hikumeta li dijî Netanyahu ava bikin û ji bo vê jî dengê têrker wergirtine. -
Li ser sînorê Yewnanistan-Tirkiyeyê 'tedbîr'a nû ya Yekîtiya Ewropayê
Yewnanistanê ji bo pêşîgirtina li pêla koçberan a ber bi Ewropayê ve 'ewlehiya' li ser sînor zêdetir kir. -
Şoreşgerê Elman ê ji bo Kurdan çalakî dikir, jiyana xwe ji dest da
Bernhard Heidbreder, ku ji ber çalakiyên li dijî piştgiriya hikumeta Elman a ji bo artêşa Tirk di sala 1994'an de lê dihate gerîn, li Venezuellayê ji ber kanserê jiyana xwe ji dest da. -
Lêçûna şer her sal zêde dibe
Maliyeta salane ya hebûna DYE'yê li Efganistanê salane 2.260 milyar dolar, maliyeta sala 2020'î ya operasyonên navneteweyî ya Fransayê jî 1.16 milyar Euro bû. -
Li Nîjerya avêtin ser dibistanê: Dîsa zarok revandin
Li dibistaneke dikeve bakurê navenda bajar, gelek zarok hatin revandin. -
Li Çînê wê êdî malbat karibin sê zarokan bînin dinyayê
Ji ber ku nifûsa Çînê kal û pîr dibe, rayedaran pêşiya vî tiştî vekirin ku malbat karibin sê zarokan bînin dinyayê. -
Li bajarê Calî yê Kolombiyayê di protestoyan de 14 kes hatin kuştin
Li bajarê Calî yê Kolombiyayê di xwepêşandanên şermezarkirinê yên dawiya hefteyê de 14 kes hatin kuştin. Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî li ser vê yekê banga lêpirsînê kir. -
Li Mîamiyê êrîşa çekdarî: 2 kes mirin 20 kes birîndar bûn
Li Mîamiyê li pêşiya eywana konserê êrîşeke çekdarî hate kirin. 2 kes mirin û 20 kes jî birîndar bûn.