CÎHAN
Hemû Nûçe
-
‘Sala 2022’yan 1.172 kesan bi bombeyên ji xarên hesinî jiyana xwe ji dest daye’
Li gor raporekê ku koalîsyona rêxistinên civakî yên sivîl weşand, sala 2022’yan bi piranî li Ûkraynayê, zêdeyê hezar û 170 kesî bi bombeyên ji xarên hesinî jiyana xwe ji dest daye. -
Li Îranê beriya salvegera serhildanê zext zêde bûn
Li Îranê salek berê piştî qetilkirina Jîna Amînî serhildanek hatibû destpêkirin. Beriya salvegera serhildanê zext zêde bûn. -
Li Yewnanistanê piştî şewatê, baraneke zêde lê kir: Kesek mir
Li Yewnanistanê piştî şewatê, baraneke zêde lê kir. Di encamekê de kesekî jiyana xwe ji dest da. -
Li Îranê di kana komirê de teqîn çêbû: 6 karker mirin
Li bajarê Damgan ê li bakurê Îranê, li kaneke komirê teqîn çêbû. 6 karkeran jiyana xwe ji dest dan. -
Li Hartûmê êrîşa hewayî: 20 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
Hat ragihandin ku di êrîşa hewayî de ya ku artêşa Sûdanê li Hartûmê pêk anî, herî kêm 20 sivîlan jiyana xwe ji dest dane. -
Di navbera hikûmeta Kolombiya û FARC’ê de agirbest hat îmzekirin
Di navbera hikûmeta Kolombiya û fraksiyona sereke ya mûxalîf FARC’ê de peymana agirbestê hat îmzekirin. Her du alî wê ji nû ve dest bi hevdîtinên aştiyê bikin. -
Koreya Bakur sîmulasyona ‘êrîşa bi taktîk nukleer’ê pêk anî
Koreya Bakur serikên şer ên nukleerî yên sexte li du fuzeyên menzîldirêj bi cih kir û avêt Derya Zer. Bi vî rengî 'sîmulasyoneke nû ya êrîşa bi taktîk nukleer'ê pêk anî. -
Taywan li benda Bagera Haîkûî ye
Wezareta Karên Hundir a Taywanê ragihand ku di serî de ji navçeya Hûalîen ji 7 bajaran zêdeyî 2 hezar û 800 kes hatine veguhastin. -
Li Lazqiyeyê şer: 16 leşkerên Şamê hatin kuştin
Di şerê navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Heyet Tehrîr El Şam de 16 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin. -
Li girtîgehên Elmanyayê xwekuştin du qat zêde bûn
Ji sala 2019'an vir ve li girtîgehên Elmanyayê bûyerên xwekuştinê du qat zêde bûne. -
Hêzên Azerbaycanê 2 leşkerên Ermenistanê kuştin
Wezareta Parastinê ya Ermenistanê diyar kir ku hêzên Azerbaycanê gule li hêzên wan reşandine û 2 leşkerên Ermenistanê mirine û leşkerek jî birîndar bûye. -
Li şeş girtîgehên Ekvadorê 57 gardiyan û polîs dîl hatin girtin
Li şeş girtîgehên li Ekvadorê, mehkûman li hemberî operasyonên hêzên çekdar ên dewletê, 57 gardiyan û polîs dîl girtin. -
Li Fransayê wê xwendekar nekarin bi eba û qemîs biçin dibistanê
Li Fransayê li gor biryara ku Wezareta Perwerdehiyê da wê xwendekar ji roja Duşemiyê û pê ve nekarin bi eba û qemîs ku wek cil û bergên olî tên qebûlkirin, biçin dibistanê. -
Li Efrîkaya Başûr agir bi avahiyekê ket: 52 kes mirin
Li bajarê Johannesbûrg ê Efrîkaya Başûr agir bi avahiyeke pênc qatî ket. Di encamê de 52 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Edaleta ku piştî 50 salan hat
Cezayê ku li kujerên stranbêjê komunîst ê Şîlî hate birîn ji aliyê Dadgeha Bilind a Şîlî ve hate erêkirin. -
Li Îranê hunermendê li dijî serînixumandina bi zorê bû, hate girtin
Li Îranê hunermend Mehdî Yarrahî ji ber strana ‘Laçika te’ hatibû destgîrkirin û piştre jî hate girtin. -
Şewata mezin a li Yewnanistanê di roja 12’an de ye
Li Yewnanistanê şewatên daristanan ku şewata herî mezin a Yekîtiya Ewropayê ye, di roja 12’an de didome. -
Li Tacîkistanê barana zêde: Herî kêm 21 kes mirin
Li Tacîkistanê ku welatekî çiyayî yê li Asya Navîn e, ji ber baranê erd şemitî, teht wergeriya. Di encamê de herî kêm 21 kes mirin. -
Li Gabonê darbeya leşkerî pêk hat
Li Gabonê, piştî ku Alî Bongo di hilbijartinê de ji sedî 64 ê dengan wergirt û cara sêyemîn serketina xwe ragihand, darbeya leşkerî pêk hat. -
Li Çînê ji ber lehiyê 4 kes mirin, 48 kes winda ne
Li başûrrojavayê Çînê ji ber lehiyê 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes winda bûn. -
Greva birçîbûnê li Behreynê: Wê şertên girtîgehê bên başkirin
Rayedarên Behreynê, roja 22’yemîn a greva birçîbûnê ya bi hezaran girtiyan, da zanîn ku wan dil heye şertên girtîgehê baş bikin. -
Agir bi daristanên li Yewnanistanê ketiye, venamire
Komîsyona Ewropayê da zanîn ku agirê li Yewnanistanê bi daristanan ketiye, heta bi niha bi tu dereke welatên Yekitiya Ewropayê neketiye. -
Ji ber bûyerên li banliyoya li Fransayê zêdeyî 2 hezar kes hatin darizandin
Wezîrê Edaletê yê Fransayê Erîc Dûpond-Morettî ragihand ku ji ber serhildana ku 27’ê Hezîranê dema ku zarokek ji aliyê polîsan ve hat kuştin destpê kir, zêdeyî 2 hezar kes hatin darizandin û piraniya wan hatin mehkûmkirin. -
Li Kerkûkê endamekî hêzên taybet ên Fransî hate kuştin
Li gorî daxuyaniya Serokkomariya Fransayê, li Kerkûkê di encama operasyonekê de endamekî hêzên taybet ê Fransayê hate kuştin. -
Li Sûdanê piraniya wan jin û zarok 39 kes hatin qetilkirin
Li bajarê Nyala ya eyaleta Darfûr a Başûr a Sûdanê, roja Sêşemê herî kêm 39 kes hatin qetilkirin ku piraniya wan jin û zarok bûn.