Zexta dewletê li Dêrsimê zêde bûye
Zexta dewletê li Dêrsimê zêde bûye
Zexta dewletê li Dêrsimê zêde bûye
Li Dêrsimê zext, binçavkirin û serdegirtinên malan her diçin zêde dibin.
Li Dêrsimê zextên polîs û leşkeran ên bi hinceta “ewlekariyê” her diçe zêde dibe. Ji aliyê polîs û jendermeyan ve ku li bajêr bend hatine danîn pêkanînên OHAL’ê tîne bîra mirovan.
Wesayîtên di rê de diçin ji aliyê polîs û leşkeran ve tên rawestandin û nasnameyên welatiyan tên kontrolkirin.
Rêveberê DBP’ê yê Bajêr Denîz Kazan ê berî niha bi mehekê hatibû binçavkirin, îro jî bi sedema der barê wî de îxbar heye ji bo îfadeyê xwestin bê emniyetê. Kazan têkildarî mijarê got ku ji dema hatiye binçavkirin heta niha polîs ji derdora mala wî naçin.
Kazan anî ziman ku di teblîxata ku jêre şandine, hatiye gotin ku gelek kes tên mala wan û derdikevin û divê di vê mijarê de îfadeyê bide dozgeriyê. Kazan got, "Polîtîkayên komkujiya Dêrsimê ya 38’an di roja me de jî didome. Em vê bi şêwaz û hêmanên cuda dijîn.”