Zêdeyî 500 çeteyên El Qaîde ketine Başûrê Kurdistanê

Zêdeyî 500 çeteyên El Qaîde ketine Başûrê Kurdistanê

Hat ragihandin, di nava hefteyekê de 500 çeteyên ser El Qaîdeyê derbasî Başûrê Kurdistanê bûne û li herêmê belav bûne.

Li gorî nûçeyek kanala televîzyonê NRT belav kiriye, di nava hefteyekê de zêdetirî 500 endamên komên çeteyan ên ser bi dewleta Iraq û Şamê El Qaîde derbasî nava sînorên başûrê Kurdistanê bûne. 
Li gorî heman serçaveyê, ev gurupên çekdar ên rêxistina El Qaîde li herêmên wekî Musil, Kerkûk, Diyale,Daquq, Reşad, Riyaz, Hewîce û rêze çiyayên Hemrîn belav bûne.

Heman serçaveyê diyar kir ku, ev grupên çekdar di destê wan de gelek çekên giran û teqemenî jî hene. Hate zanîn ku piştî ev grupên çekdar derbasî nava Iraq û Başûrê Kurdistanê bûne, tirsek mezin ketiye nava hêzên asayîşê û gelek fermandar û rayedarên polîsan dest ji karê xwe kişandine. Berpirsê asayîşa polîsan a bajarê Kerkûk jî rewş piştrast kir.