Zarokên di bin çek û bombeyan de dijîn
Zarokên di bin çek û bombeyan de dijîn
Zarokên di bin çek û bombeyan de dijîn
Zarokên li Kobanê di bin dengê bombe û çekan de dijîn, ji ber naçin dibistanê û ji hevalên xwe veqetiyane xemgînin. Tê dîtin ku zarok hînê şer bûne û gelek zarok diyar dikin ku ji çeteyên DAIŞ’ê natirsin. Zarok diyar dikin ku dema mezin bibin wê li dijî DAIŞ’ê şer bikin.
Êrîşên DAIŞ’ê yên li hemberî Kobanê du meh li pey xwe hişt. Berxwedana gelê Kobanê didome. DAIŞ ne tenê hêzên leşkerî sivîlan jî hedef digire. Gelek sivîl di nav de zarok jî hebûn jiyana xwe ji dest dan. Rewşa sivîlên li bajar niha xeter e. Sivîl bi derfetên kêm û di bin xetereya mirinê de têdikoşin.
Yên ku herî zêde mexdûr dibin jî zarok in. Bi sedan zarokên li kolanên Kobanê li ber malên xwe dilîzin hene. Zarok hînê dengê çekan bûne. Zarokên temenê wan di ser 10’î de hem alîkariyê dide malbatê û hem jî dide şervanan. Di xwarinên ku bo şervanan tê çêkirin de dibin alîkar. Zarok diyar dikin ku ji çeteyan natirsin û gotin herî zêde ji ber çûyîna hevalên xwe û neçûna dibistanê xemgîn dibin. Hilweşîna bajarê wan ji bo wan rewşek xemgîn e. Zarok dema kamera an jî wênekêşî dibînin nîşaneya serkeftinê dikin.
HEVALÊN MIN BELAV BÛN
Yasmîn a 10 salî ji ber êrîşên DAIŞ’ê ji gundê Mînbîc bi malbata xwe re hatibû Kobanê. Bi birayê xwe Mahmut re karê malbatê dike. Yasmîn diyar kir ku 3 salan çûye dibistanê û got: “Ger şer nebûya ez ê biçûma dibistanê. Ez dixwazim bibim mamosta. Ji ber şer her hevalek min çûn cîhekî.”
Birayê Yasmînê, Mahmud yê 9 salî jî got DAIŞ serê mirovan jêdike û ew ji DAIŞ’iyan natirse.
EZ Ê TEVLÎ YPG’Ê BIBIM
Macît ê 12 salî jî got hevalên wî çûne Tirkiyeyê û wî gelek bêriya wan kiriye û wiha pêde çû: “Ez ji DAIŞ’ê bitirsiyame ez li vir nedimam. Bavê DAIŞ’ê jî bê hêza wan têr nake. DAIŞ ker e. Sê meh e hatine hê Kobanê negirtine. Hêza wan têrî Kurdan nake. Ez mezin bibim tevlî YPG’ê dibim.
Leyla ya 8 salî jî got ew ji çeteyên DAIŞ’ê ditirse.




