YPG: Li Kobanê 35 çete hatin kuştin

YPG: Li Kobanê 35 çete hatin kuştin

Di roja 60. a berxwedana Kobanê de hêzên YPG/YPJ'ê hem li navenda bajêr hem jî li derveyî bajêr çalakiyên bi bandor lidar xistin. Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir ku di şer û pevçûnên dawî yên li her sê eniyên Kobanê de 35 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin, gelek çek û cebilxane hatine desteserkirin.

Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên bi armanca dagirkirina Kobanê û berxwedana YPG/YPJ'ê ya li dijî van êrîşan, ,di roja 60. de dewam dikin. Hêzên YPG/YPJ li gel têkbirina êrîşên çeteyan, li navend û derveyî bajêr çalakiyên bi bandor lidar dixin.

ENIYA ROJHILAT: 7 ÇETE HATIN KUŞTIN

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê di daxuyaniya xwe ya li ser bîlançoya dawî de ragihand ku li tevahiya bajêr hêzên YPG/YPJ'ê serketî ne û li eniya rojhilat di navbera hêzên wan û çeteyan de şerê dijwar qewimiye. Hat diyarkirin, ku li kolana Şaredariyê, Mizgefta Hecî Reşad û derdora qada Azadiyê şer derketiye û di vî şerî de derbên giran li çeteyan hatine xistin. 

Di daxuyaniya Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê de li ser pevçûnên 24 saetên dawî de ev agahî hatin dayîn:

"Li kolana Şaredariyê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehat tesbîtkirin, lê li derdora mizgefta Hecî Reşad 4 çete û li qada Azadiyê jî herî kêm 3 çete hatin kuştin. Li vê herêmê hêzên me dest danîn ser cebilxanê û alavên leşkerî.

LI SER RÊYA HELINCÊ 13 ÇETE HATIN KUŞTIN

Li başûr-rojhilatê bajêr rêya Helincê ku di destê hêzên me de ye, duh bi roj û şev êrîşên çeteyan rû dan. Êrîşên çeteyan hemû têk çûn û hêzên me derbên giran li wan dan. Di vî şerî de 13 kuştiyên çeteyan hat tesbîtkirin.

LI ENIYÊN BAŞÛR Û ROJAVA 15 ÇETE HATIN KUŞTIN

Li eniya başûr hêzên me duh bi şev li hin noqteyên çeteyan dagirkiribû êrîş pêk anîn. Di van êrîşan de 7 çete hatin kuştin.

Li rojavayê bajêr li gundê Minaze û derdora gundê Izea de hêzên me bi çalakiyan êrîşî çeteyên li vê derê kirin. Di van çalakiyan de wesayîtek û motorsîkletek çeteyan hat îmhakirin. Her wiha 8 kuştiyên çeteyan hat tesbîtkirin. Gelek cebilxaneyên çekên cihêreng jî hatin desteserkirin.

4 ŞERVANÊN YPG'Ê JIYANA XWE JI DEST DAN

Di nava 24 saetên dawî de di şerê dijwar de 4 hevalên me bi ruhekî êrîşkar û bi vîneke ku tirs û xofê dixe dilê dijmin şer kirin û bi qehremanî gihîştin şehadetê."