YPG'ê 3 gundên din rizgar kirin

YPG'ê 3 gundên din rizgar kirin

Piştî rizgarkirina bajarokê Til Xelef û gûndên Hemo, Tiwymiyê, Herdan, Ezîziyê  û Til Erqem yên derdorî Til Xelef hêzên YPG’ê hîn oparasiyona dilsoziya bi şehîdên serkaniyê berdewam dike. Hêzên YPG’ê 3 gundên din û 2 navend jî li ser riya Serêkaniyê û Girê Spî rizgar kirin.

Oparasiyona dilsoziya bi şehîdên Serêkaniyê ku hêzên YPG’ê dest pê kiribû heta niha berdewam dike. Piştî rizgarkirina Til Xelef û gundên derdora wê 3 gundên din Xirbêt El-Benat, Ezîziyê û Xirbêt Betna yên derdora 20 km Rojhilatî bajarê Serkaniyê li ser riya Girê SPî dikevin rizgar kirin. Her wiha navenda lêkolînê ya Ezîziyê jî rizgar kirin û nexweşxaneyeke gerok ya komên çete desteser kirin. jî rizgar kirin.

Hate zanîn ku gundê Xirbêt El-Benat piraniya şêniyên wê Kurdên Êzîdî ne, hate diyar kirin ku Komên çete berî şeş  mehan çû gundê wan dema naskirin ku ew ne Îslam in, ew tehdîd kirin û ji wan re gotin yan hûnê îslam bibin yan jî hûnê werin kuştin. Welatiyên Êzîdî jî ji tirsa xwe re dest ji malên xwe berdan û ji bo ewlekariya xwe çûn deverên di bin kontrola YPG’ê de bi cih bûn.

Çavkaniyên herêmê diyar kir ku oparasiyona dilsoziya bi şehîdên Serêkaniyê re hîn didome.