YPG’ê 2 gundên din jî ji çeteyan rizgar kirin
YPG’ê 2 gundên din jî ji çeteyan rizgar kirin
YPG’ê 2 gundên din jî ji çeteyan rizgar kirin
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di çarçoveya “Operasyona Şoreşgerî ya Tolhildana Şehîdên Serêkaniyê” de gundên Qisêr û Tildiyap jî ji komên çete rizgar kirin.
Li gorî agahiyên bi dest ketine, hêzên YPG’ê ku li herêma Serêkaniyê di 1’ê mijdarê de li dijî komên çete “Operasyona Şoreşgerî ya Tolhildana Şehîdên Serêkaniyê” dabû destpêkirin, gundekî din jî rizgar kir. Li gorî agahiyan hêzên YPG’ê di saetên êvarê de gundên Qisêr û Tildiyap ji komên çete xilas kirin. Hate gotin tangek û bildozerek jî hatiye desteserkirin.
Hêzên YPG’ê di 2 rojên destpêkê yên operasyonê de 7 gund rizgar kiribûn.