YPG'ê 2 gundên din ên Til Temir rizgar kir

YPG'ê 2 gundên din ên Til Temir rizgar kir

Hêzên YPG'ê li herêma Til Temir 2 gundên din ji komên çete rizgar kirin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên YPG’ê hatine girtin, di çarçoveya pêngava 3. a “Opersyona şorşgerî ya tolhildana şahîdên Serêkaniyê" de îro saet di 16.00'an de hêzên YPG'ê li dijî komên çete yên DAIŞ/Cephet El Nusra yên li gundên Esfûriyê û Til Nesrî yên girêdayî Til Temir çalakî lidar xistin.

Di encama çalakiyan de herdu gund ji komên çete hatin rizgarkirin.

Hate ragihandin ku opersyona YPG'ê ya li herêmê dewam dike.

Li gundê Esfûriyê welatiyên Ereb, Kurd û Asûr, li gundê Til Nesrî jî welatiyên asûrî dijîn.