YJA: Em li dora Gokkan têkoşîna li dijî dîwar mezin bikin

YJA: Em li dora Gokkan têkoşîna li dijî dîwar mezin bikin

YJA'yê banga xwedîderketina li çalakiya rojiya mirinê ya Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan kir û got, "Ev pêvajo ne pêvajoyeke bi çalakiyên ji rêzê were bihurandin e. Divê gelê me ber bi sînor ve bimeşe, têl û dîwarên şermê ji holê rake."

Koordînasyona YJA'yê der barê dîwarê şermê yê li ser sînorê Bakur-Rojavayê Kurdistanê tê lêkirin û çalakiya rojiya mirinê ya Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku jinên Kurd her tim têkoşîna parastin û mayindekirina nirxên azadiyê daye û hat gotin, "Em berxwedana bi heybet a Ayşe Gokkan a li dijî dîwarê şermê, silav dikin."

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd xwedî wê hêzê ye ku hemû sînor, dîwar û astengiyan ji holê rake û hat destnîşankirin ku dîwarê li ser sînorê Rojava tê lêkirin tê wateya "statuya ku AKP ji gele Kurd re rewa dibîne."

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: 

"Perspekîfa Jiyana Azad û Rizgariya Demokratîk a Rêber Apo di Newrozê de îlan kir, ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn, li ser bingeha neteweya demokratîk alternatîfeke cidî pêşkêş kiriye. Hikûmeta AKP'ê ya di pêvajoya çareseriya demokratîk de berpirsyariyên xwe bicih neanî, bi şerê çeteyan ê qirêj re êrîşî hebûna jiyanê ya gelê Kurd kiriye, sînorên ku serdestan di sedsala 20'an de ji Kurdan re rewa dîtin, di sedsala 21'an de zindî kiriye û ev sînor li welatê me xurttir kiriye. Dîwarê ku tê lêkirin, statuya ku AKP ji gelê Kurd re rewa dibîne ye. Lewma AKP bi helwesta xwe ya faşîzan, dijminahiya civak û jinê re pêşî li çareseriya demokratîk a jiyana hevpar girtiye."

YJA li hemberî vê bang li gel û jinên Kurd kir ku têkoşîna xwe ya berxwedana rêxistinbûyî, xurttir bikin.

YJA'yê da xuyakirin ku divê gelê Kurd bi çalakiyên girseyî û radîkal, dîwarên şermê yên AKP lê dike hilweşîne û bang li gel û jinên Kurd kir ku li dora berxwedana Gokkan bicivin:

"Jinên Kurd xwedî wê hêz û rêxistinbûyînê ye ku dikare hemû dîwarên AKP'ê hilweşîne. Ev pêvajo ne ew pêvajoye ku bi çalakiyên ji rêzê were bihurandin. Ji ber vê yekê, di serî de jinên Kurd divê tevahiya gelê me, demokrat û rewşenbîr li dora Ayşe Gokkan bên cem hev û têkoşînê bilind bikin. Pêwîste dayikên me li ser sînor kordoneke xurt a parastinê ava bikin û kevirên sînor bi wan destên xwe yên ji keda bi hezaran salan, hilweşînin. Di serî de jinên ciwan divê ciwanên me li ser sînor bendê deynin û bibin mertalên zindî. Divê destûr neyê dayîn ku kevirekî deynin ser kevirekî. Pêwîste gelê me ber bi sînor ve bimeşe û têl û dîwarên şermê ji holê rake.

Berxwedan çiqasî civakî be ewçend dê serketî be. Dîwarê îro tê lêkirin, bi berxwedaneke civakî dikare bê rakirin. Ji ber vê yekê di serî de jin û ciwan em bang li hemû gelê xwe dikin ku li dora berxwedana Ayşe Gokkan bicivin û têkoşînê bilind bikin."