Yekîtiya Ewropa ji bo dersînorkirinê pasaportên demî amade dike

Li Yekîtiya Ewropayê, ku di sana 3 salên dawî de zêdeyî 2 mîlyon penaberan xwe lê girtin, lêgerîna li rêbazên hêsankirina dersînorkirinê dewam dike.

Di Civîna Bilind a Wezîrên Karên Hundir de, ku li Brukselê pêk hat, li hev hat kirin ji bo penaberên pasaporta xwe nîne, sîstema pasaporta demî bê avakirin.

Ev sîstema derxistina pasaportên demî, ji bo karê dersînorkirina penaberan ji bo welatekî sêyemîn bê hêsankirin, tê avakirin. Wê ji penaberên biryara dersînorkirina wan hatiye dayîn, lê pasaporta xwe nîne, pasaporteke demî were dayîn, ku ev pasaport wê li hemû welatên Yekîtiya Ewropayê yek model be.

Serokê Demî yê Yekîtiya Ewropayê Wezîrê Karên Hundir ê Slovakyayê Robert Kalînak îdîa kir, ku bi saya vê yekê wê karê dersînorkirinê were hêsankirin.