Yekem runiştina parlemana Başurê Kurdistanê îro destpê dike

Yekem runiştina parlemana Başurê Kurdistanê îro destpê dike

Piştî bi ser hilbijartinên parlementoya Herêma Başûrê Kurdistanê 45 roj derbazbûn, îro yekem rûniştina parlemenê ya dema çarem destpê dike.

Parlementoya Herêma Kurdistanê îro yekem runiştina dema çarem destpê dike. Li bendê ye ku îro parlementer li gor madeya 48 ya yasaya hilbijartinê sond bixwin.

Weke tê zanîn ji bo hilbijartina serokê parlemenê, cigirê serokê parlemenê û sekreterê parlementoyê di runiştina yekem de bi dengdana veşartî têne hilbijartin. Lê ji ber ku hîna dinava partiyên siyasî de li hev kirinek çênebûye, divê runiştinê de wê neyên hilbijartin.

Hate zanîn ku runiştina yekem wê ji bo çapemenî vekirî bê li darxistin.