Serokwezîr Shînzo Abe di vî warî de raporek da amadekirin. Li gorî vê raporê, yek ji pênc Japonan ji ber ku zêde kar dike dikare bimire.
Li gorî raporê, rîska mirinê ya ji ber rewşa giran a westiyayî ya karê zêde ku weke 'karoshî' tê naskirin, li gorî welatên pêşketî gelekî zêde ye.
Ev lêkolîn di navbera Kanûna 2015'an û Çileya 2016'an hat kirin. Ji sedî 22,7 ê xebatkarên şîrketên beşdarî lêkolînê bûn, mehane 80 saetan û jê zêdetir dixebitin. Yên ji 80 saetî zêdetir dixebitin jî, weke asta destpêkirina rîska mirinê ji ber westiyabûn û stresê, tê dîtin.
Li gorî raporê, ji sedî 21,3 ê Japonan heftane zêdeyî 49 saetan dixebitin. Ev rêje li DYA ji sedî 16,4, li Brîtanyayê ji sedî 12,5 û li Fransayê jî ji sedî 10,4 e.
Pisporên ku ev rapor amade kirin, bang li şîrketên Japon kirin ku dema xebatê û mercên kar baştir bikin.