Par 215 hezar penaberên ji Afganîstanê serlêdana penaberiyê li welatên Ewropayê bi taybetî li Elmanya û Swêdê kirin. Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) di mehên havînê de dabû xuyakirin, ku wê 80 hezar kesên daxwaza wan a penaberiyê hatine redkirin, radestî Afganîstanê bike.
ALÎKARIYA ÎNSANÎ WEKE ŞANTAJÊ BI KAR ANÎN
Lê belê hikûmeta Afganîstanê da xuyakirin, ku li welêt şer dewam dike û demeke dirêj qebûl nekir ku welatên Ewropayê penaberan li Afganîstanê vegerînin.
Yekîtiya Ewropayê, alîkariya însanî ya bi Afganîstanê re kir, mîna şantajekê bi kar anî. Ajansa Ekot a Radyoya Dewletê ya Swêdê ragihand, ku Yekîtiya Ewropayê çend meh berê gef li hikûmeta Afganîstanê xwariye ku eger penaberên bên vegerandin qebûl neke, wê alîkariya ji derve tê kirin, bibire. Hikûmeta Afganîstanê jî neçar ma serî li ber van zextan tewand û peymana ku penaberên bên vegerandin qebûl dike, îmze kir.
Piştî îmzekirina peymanê, Yekîtiya Ewropayê dest bi amadekariyan kir ku bi seferên carter her carê 50 penaberên ji Afganîstanê vegerîne. Di vê navberê de hikûmeta Afganîstanê û Yekîtiya Ewropa amadekariyan dikin ku ji bo kesên bên vegerandin li Balafirgeha Kabûlê termînaleke nû vekin.
SWÊD WÊ 25 HEZAR PENABERÊN JI AFGANÎSTANÊ VEGERÎNE
Li dû vê peymanê Wezîrê Edalet û Koçberiyê yê Swêdê Morgon Johansson daxuyaniyek da û peymana hatiye îmzekirin, ji bo Swêdê weke pêşketinekê dît. Johansson diyar kir, wê bi lez û bez dest bi vegerandina penaberan bikin. Li gorî nûçeyên di medya Swêdê de hatin weşandin, piraniya wan zarok 25 hezar penaberên ji Afganîstanê yên serlêdana wan a penaberiyê hatiye redkirin, bi zorê ji Afngaîstanê re werin şandin.
Tê gotin, îsal 225 hezar penaber li Afganîstanê hatine vegerandin û heta dawiya salê ev hejmar dikare bigihêje mîlyonekê. Lewma Neteweyên Yekbûyî xwestibû ji Afganîstanê re 152 mîlyar dolar alîkariya felaketê bê kirin.