Xwendekarên amadeyî binçavkirin protesto kirin

Xwendekarên amadeyî binçavkirin protesto kirin

Xwendekarên dibistana amadeyî ji bo bîranîna Kader Ortakkaya ya ku li ser sînor ji aliyê leşkerên Tirk ve nîşan lê hate girtin û hate qetilkirin ji Parka Koşuyoluyê heta avahiya KCD'ê meşiyan. Xwendekaran binçavkirin protesto kirin.

Li Amedê xwendekarên dibistana amadeyî ji bo Kader Ortakkaya ku li ser sînorê Kobanê û Pirsûsê ji aliyê leşkeran ve hatibû qetilkirin, bi bîr bînin, li Parka Koşuyoluyê hatin cem hev. Xwendekaran li vir govend girtin û piştre heta avahiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ya Amedê meşiyan. Di meşê de dirûşmên; "Bijî Serok Apo", "Bijî berwedana Kobanê" hatin gotin.

Li ber avahiya KCD'ê li ser navê xwendekaran, Berfîn Aslan daxuyanî da û diyar kir ku kujerê Kader Ortakkaya diyar e û wiha got: "Kesên ku piştgirî didin DAIŞ'ê, dixwazin Kobanê bikeve û tevgera Kurd tune bikin, kujerên Ortakkaya ne. Bila ev yek bê zanîn ku berxwedana wê berxwedana me ye."

Aslan da zanîn ku ew ê hesabê qetilkirina Ortakkaya ji kujeran bipirsin. Aslan bi bîr xist ku di hikûmeta AKP'ê li ser gelê Kurd komkujiyan pêk tîne û AKP nikare gelê Kurd bê deng bike. Xwendekaran dirûşmên; "Şehîd namirin", "Bijî berxwedana YPG'ê" qîriyan.

Piştî daxuyaniyê xwandekaran, stran gotin, govend gerandin û belav bûn.