Xwendekara 17 salî ya bi ceyranê ve ma jiyana xwe ji dest da
Xwendekara 17 salî ya bi ceyranê ve ma jiyana xwe ji dest da
Xwendekara 17 salî ya bi ceyranê ve ma jiyana xwe ji dest da
Xwendekara amadeyî Dilbîn Yaman (17) ku li malê dixwest paqijiyê bike bi ceryenê ve ma û jiyana xwe ji dest da. Li wergeha penabera a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) xwendekara amadeyî 3 dixwend a bi navê Dilbîn Yaman, li bexçeyê xwe dema dixwest paqijiya malê bike bi ceryanê ve ma. Dilbîn a 17 salî ku ji aliyê malbat û xizmên wê ve rakirin nexweşxaneyê ne hat rizgar kirin û jiyana xwe ji dest da.
Dilbîn Yaman a ku ji malbateke walatparêze di şert û mercên penaberî de mezin bû û rexmî hemû zehmetî û tengasiyên penaberîyê xwedî bîr û bawerî bû. Mirina bêbext a Dilbîn di nav malbat û hevalê wê de bû sedema xemgîniyeke mezin.
Mala Yaman ji aliyê girseya gel ve tê ziyaretkirin.