Xizmên windayan li Amed û Êlihê aqûbeta zarokên xwe pirsîn

Xizmên windayan li Amed û Êlihê aqûbeta zarokên xwe pirsîn

Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê bi tevlêbûna xizmên windayan li Amed û Êlihê çalakiyên şemiyê berdewam kirin. ÎHD'ê û xizmên windayan di hefteya 247'an de çalakiya xwe berdewam kirin. Li Êlihê çîroka Doktor Recaî Aydin ê di sala 1994'an de li Navçeya Çinarê ya Amedê hat windakirin hat xwendin. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Êlihe Osman Kunteş jî diyar kir ku divê bi lezgin windayên salên 1990'an tev bên dîtin û kujerên windayan bên darizandin û cezakirin.

Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan çalakiya şemiyê ya bi silogana "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" di hefteya 247'an de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyoluyê berdewam kir. Di çalakiyê de rêveberên ÎHD'ê, Dayikên Aştiyê, MEYA-DER, KESK'e û xizmên windayan amade bûn. Di çalakiyê de pankarta "Ew di şevek bê wext de ji malên xwe hatin revandin û û careke din venegeriyan" hat vekirin. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin rakirin. Rêveberên SES'ê jî tev li çalakiyê bûn û piştgiriya xwe anîn ziman.

Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Abdusselam Înceoren, jî anî ziman ku her hefte li vê qadê çîroka windahiyekî dibêjin û wiha got: "Em her hefte çîroka windayekî ku kengî li ku û ji aliyê kê ve hat windakirin li vir dixwînin. Lê mixabin der barê ronîkirina windayan de rayedar peyvira xwe pêk nînin û nakevin nava hewldanan.

Înceoren, bal kişand ser zextên li ser girtiyan jî û wiha got: "Di demê dawî de ji ber zextên li ser girtiyan gelek serlêdan li komeleyê tên kirin. Me ev rewş ji Wezareta Dadê re ragihand. Em dixwazin zextên li ser girtiyan bi dawî bibe.

DI SALÊN 90'AN DE ZÊDEYÎ 40 XIZMETKARÊN TENDURISTIYÊ HATIN QETILKIRIN

Seroka Şaxa SES'ê ya Amedê Hulya Alokmen, jî anî ziman ku di salên 90'an de zêdeyî 40 xizmetkarên tenduristiye j ber xizmeta xwe hatin binçavkirin û piştre hatin kuştin. Hulya, da zanîn ku wekî sendîkaya SES'ê dê her tim piştgiriyê bidin dayikên ku aqûbeta zarokên xwe dikin.

ÇÎROKA DR. RECAI AYDIN HAT XWENDIN

Endama Komîsyona Windayan a ÎHD'ê Necibe Guneş Perinçek, jî çîroka Doktor Recaî ku di 4'ê Hezîrana 1994'an de li Navçeya Çinarê ya Amedê hat windakirin xwend. Perinçek, anî ziman ku Dr. Aydin li Ocaxa tenduristiyê ya Çinarê peyvirdar bû û wiha got: "Dr. Recaî her dem ji Amedê diçû Çinarê û vedigeriya. Roja bûyerê dîsa ji mal derket ku biçe kar, lê hat revandin û carek din venegeriya malê. Maşîneya wî li nêzî Qereqola Fermandariya Cendirmeyan a Farqînê hat dîtin. Malbatê serî li dozgeriyê û gelek cihên din da. Lê li gel hemû hewldanan xwe negîhandin Dr. Aydin.

Recai Aydin, xizmê Vedat Aydin û Necatî Aydin ku ji aliyê JÎTEM'ê ve hat revandin bû. Dîsa ew jî ji aliyê JİTEM'ê ve hat revandin. Endamê JÎTEM'ê Abdulkadir Aygan jî di îfadeyên xwe de mukur hatibû ku Recai Aydin ji aliyê JÎTEM'ê ve hatiye revandin.
Ji bo windayan û Dr. Recai Aydin 5 deqîqe çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

ÊLIH

Li Êlihê jî Şaxa ÎHD'ê û Xizmên windayan bi heman armancê li Kolana Gulistanê çalakiya xwe berdem kir. Li vir jî wêneyên windayan hat vekirin. Li vir jî xizmên windayan, rêveberên ÎHD, BDP, MEYA-DER, Saziyên civakî, Dayikên Aştiyê û gelek welatiyên din amade bûn. Di çalakiyê de Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Osman Kunteş, axivî û diyar kir ku di salên 1990'an de bi hezaran kurd hatin revandin û windakirin. Kuntaş, xwest demek berî demekê hemû winda bên dîtin û hesap ji kujeran bê pirsîn. Kuntaş, kuştina zarokê 8 salî Behzat Ozer ê li gundikê Seresû yê Gundê Şapeta yê Şemzînanê hat qetilkirin jî şermezar kir û xwest teqemenî bên paqijkirin.

Rêveberê ÎHD'ê yê Êlihê Îlyas Ekîncî jî darvekirinên li Îranê ji aliyê Rejîma Îranê ve pêk tên şermezar kir û xwest dawî li van darvekirinan bê.

Daxuyanî bi rûniştinê bi dawî bû.