Xebatkarê BDP’ê Eren hat binçavkirin

Xebatkarê BDP’ê Eren hat binçavkirin

Xebatkarê Navenda Giştî ya BDP’ê Sidik Eren li Amedê hat binçavkirin.

Xebatkarê Navenda Giştî ya BDP’ê Sidik Eren danê nîvro li Amedê hat binçavkirin. Eren yê li Midûriyeta Polîsan a Amedê tê ragirtin, hat gotin ku ji ber lêpirsîneke derbarê wî de heye wê bibin Midûriyeta Polîsan a Sêrtê.

Sedema girtina Eren ji ber di dosyaya wî de biryara veşarî heye nehat zanîn.

Danê sibê li Sêrtê jî Mahsun Baday ê Xebatkarê Navenda Giştî li Sêrtê hatibû girtin.