Xebatên HES’ê li Xîzanê ji nû ve destpê kirin
Xebatên HES’ê li Xîzanê ji nû ve destpê kirin
Xebatên HES’ê li Xîzanê ji nû ve destpê kirin
Li gundê Aladana yê Xîzana Bedlîsê xebatên Santrala Hîdro Elektrîk (HES) a ev demeke hatibû rawestandin ji nû ve destpê kirin.
Xebatên çêkirina HES’ê yê li gundê Aladana ya Xîzana Bedlîsê bi berxwedana gel hatibûn rawestandin. 2 kepçeyên ku îro çûn herêmê careke din dest bi xebatên sondajê kirin. Rayedaran diyar kirin ku ferman girtine û wê xebatên çêkirina HES’ê bidomînin. Rayedaran her wiha gef li gundiyan xwarin û gotin, “Eger hûn mudaxele bikin, em ê jendermeyan bixin dewreyê.”
Xebatên çêkirina HES’ê bi hemû leza xwe didomin.