Wê kabîneya Trump di demek herî kurt de bê ragihandin
Hate ragihandin ku wê di demek nêz de kabîneya nû ya Donald Trump ku di hilbijartinên serokatiya Dewleta Yekbûyî ya Amerîkayê de bi ser ket, bê eşkerekirin.
Hate ragihandin ku wê di demek nêz de kabîneya nû ya Donald Trump ku di hilbijartinên serokatiya Dewleta Yekbûyî ya Amerîkayê de bi ser ket, bê eşkerekirin.
Li ser hesabê Twîtterê yê Trump daxuyanî hat dayîn, hat gotin ku ji bo diyarkirina endamên nû yên kabîneyê xebat didomin.
Trump peyam da ku “wê di demek kurt de kesên ku hikûmetê ava bikin bên zelalkirin”, têkîldarî vê jî dîrokek vekirî ranegihand.
Li gor derdorên nêzî Trump, ji bo wezîfeya Wezareta Karên Derve wê berdevkê Meclîsa Nûneran û ji şêwirmendên berê Newt Gingrich bê erkdarkirin. Ji bo wezîfeya Wezareta Edaletê jî navên Waliyê New Jersey Chris Christie û Waliyê berê yê New Yorkê û alîgirê tundiyê Rudy Giuliani derbas dibe.