Wargeha Penaberan a Calaîs tê girtin

Wargeha Calaîs ku li bakurê Fransa ye û penaber dema wê derbasî Îngilistanê bibana lê diman, tê girtin.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Bernard Cazeneûve piştî serdana wargehê got, wê beşek ji kampê bê xirakirin.

Cazeneûve wiha axivî; “Ji bo krîza bajarê Calaîsê em ê çareseriyek domdar û bi bandor bibînin. Ez vê vekirî dibêjim ku ev wê heta girtina wargehê dewam bike. Ev armanca min e. Hêvî dikim wê di demek herî kurt de jî pêk were.”

Li Wargehê ku sala bihurî meha Îlonê nifûsa wê 5 hezar bû, îro nêzî 10 hezar kes lê dijîn. Piraniya wan ji kesên ku ji Bakurê Afrîkayê, Iraqê û Sûriyeyê reviyane pêk tê.

Li gor planê, penaberên li bajar sekinîne wê ji navendên demkî yên penaberan re bên şandin.