Waniyan darvekirinên rejîma Îranê şermezar kirin
Waniyan darvekirinên rejîma Îranê şermezar kirin
Waniyan darvekirinên rejîma Îranê şermezar kirin
Li Navçeya Şaxê ya Wanê Rêxistina BDP'ê ya Şaxê bi boneya zextên li ser girtiyan û darvekirinên kurdan ên ji aliyê Rejîma Îranê ve şermezar bike çalakî pêk anîn.
Rêxistina BDP'ê a Şaxê, bi boneya zextên li ser girtîgeha Tîpa E ya Mûşê û darvekirinên kurdan ên ji aliyê Rejîma Îranê ve pêk tên, şermezar bike daxuyanî da. Di daxuyaniyê de komê bê navber siloganên "Şehît namirin", "Bijî berxwedana YPG'ê" berz kirin. Di daxuyaniyê de Endamê BDP'ê yê Şaxê Îkram Tucî, diyar kir ku di 28'ê Cotmehê de 12 girtiyên siyasî li girtîgehê rastî êrîşa personelan hatin û ev êrîş nayên qebûlkirin. Tucî darvekirinên ciwanên kurd ên ji aliyê Rejîma Îranê ve hatin darvekirin jî rexne kir û anî ziman ku ev zextên li ser gelê kurd bi tu awayî nayên qebûlkirin. Tuci hikûmeta AKP'ê jî hişyar kir û xwest polîtîkayên xwe yên li hemberî gelê kurd di bir çavan re derbas bike.