Venezûelayê têkiliyên xwe yên bi Brezîlyayê re birî
Serokdewletê Venezûelayê Nîcolas Madûro îdîa kir, ku li dijî Serokdewleta Brezîlyayê Roûsseff 'darbe' hatiye kirin û ragihand, wan hemû têkiliyên xwe yên dîplomatîk ên bi Brezîlyayê re birî.
Serokdewletê Venezûelayê Nîcolas Madûro îdîa kir, ku li dijî Serokdewleta Brezîlyayê Roûsseff 'darbe' hatiye kirin û ragihand, wan hemû têkiliyên xwe yên dîplomatîk ên bi Brezîlyayê re birî.
Piştî ku endama Partiya Karker (TP) a Brezîlyayê Dîlma Roûsseff ji aliyê Senato ve ji wezîfeyê hat girtin, alîkarê wê yê berê Mîchel Temer sond xwar û dest bi wezîfeya Serokdewletiyê kir.
Dîlma Roûsseff, ku hat îdîakirin beriya hilbijartinên 2014'an karên ne li rê kiriye û valahiya li budçeya dewletê veşartiye, di dengdana li Senatoyê de ji wezîfeyê hatibû girtin. Endamê partiya rastgir a navendê PMDB Mîchel Temer, ku ji meha Gulanê û vir ve weke wekîl li şûna Roûsseff hatibû wezîfedarkirin, sond xwar û wê heta sala 2019'an de ne weke wekîl, êdî weke Serokdewlet bi xwe, li ser kar be.
Piştî ku Dîlma Roûsseff ji wezîfeyê hat girtin, hikûmeta Venezûelayê ya bi serokatiya lîderê sosyalîst Nîcolas Madûro, nerazîbûneke tund nîşanî biryarê da. Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve de aht ragihandin, biryara girtina ji wezîfeyê 'darbeya parlamentê' ye û hat ragihandin ku biryara qutkirina hemû têkiliyên dîplomatîk hatiye dayîn.
Di daxuyaniyê de hat gotin, di çarçoveya vê biryarê de Sefîrê Bilind ê Venezûelayê yê li Brezîlyayê hatiye vekişandin.