'Vegera gundan bi rakirina cerdevan û mayinan dibe'
'Vegera gundan bi rakirina cerdevan û mayinan dibe'
'Vegera gundan bi rakirina cerdevan û mayinan dibe'
Di konferansa vegera gundan a KCD'ê de bal hat kişandin ser astengiyên heyî yên li pêşiya vegera gundan û hat destnîşankirin ku divê ji bo vegerê, çek ji destê cerdevanan were girtin û nêzî 100 hezar mayinên antî-personel ên li Bakurê Kurdistanê hatine çandin, bên rakirin.
Konferansa "Vegera Gundan û Koçberiya Zorê ya ji Warê xwe" a Komîsyona Polîtîkayên Civakî û Koma Xebata Xizaniyê ya Ked û Koçberê ya KCD'ê ku li salona Konferansê ya Cegerxwînê ya Amedê pêk hat, bi dawî bû. Di konferansê de ji Rojavayê Kurdistanê Remziye Mihemed, Dilgeş Cûma Îsa û Maha Hesen Oma ku hatibûn astengkirin îro beşdarî konferansê bûn. Konferans bi panela "Ji Hewldana Tirkiyeye Bê Mayin" Muteber Ogreten, Alîgirê Baroya Amedê Nahit Eren, Alk. Doç Abdurrahim Ozmen û Parêzer Cîhan Aydin destpê kir. Prz. Cîhan Aydin diyar kir ku koçberî ne tenê guherandina cihekî ye bi tena serê xwe travmayeke mezin e. Pişt re Muteber Ogreten, li ser mayinên ku li Kurdistanê hatine bi cih kirin rawestiya. Ogreten, bibîr xist ku ji sala 1955'an heya sala 1997'an nêzî 100 hezar mayinên antî-personel li derdora tesîsên leşkerî û gundan, nêzî 900 hezar jî li sînoran hatine bi cih kirin. Ogreten bal kişande ser mayinên derdora gundan û anî ziman ku 100 hezar mayin tê wateya 100 hezar qurbanên mayina û divê ji bo vegera gundan ev mayin demiltest bên paqij kirin. Ogreten wek pêşniyarî jî diyar kir ku ji bo Tirkiye pêdiviyên peymana Ottowa bi cih bîne pêwiste saziyên sivîl bi ser Hukûmetê ve herin û wiha got: "Dîsa ji bo kesên ku vedigerin gundên xwe divê perwerdehiyên derbarê mayinan de bê dayin. Divê hejmar û pêdiviyên mexdûrên mayinan were tespît kirin."
Prz. Nahît Eren jî li ser hêla hukûkî sekinî. Eren anî ziman ku her çiqas qanûna hejmar 5233 wek tazmînata terorê hatibe binav kirin jî ew dizanin ev tazmînatên terora dewletê ne û wiha got: "Der barê qanûna ku di sala 2004'an de derket me helwestek hêja nîşan neda. Ji ber vê yekê jî em îro dereng man. Lewra hem mexdûriyet berdewam kir hem jî dewletê xwe paqij nîşan da. Heya niha 363 hezar û 826 serîlêdan çêbû. Ji van 173 hezar û 482 serîlêdan hatin qebûl kirin yên din tev hatin redkirin. Bi gelemperî 3 trilyon û 16 milyon tazmînat li van kesan hat belav kirin. Yanî serê her mirovî 17 hezar lîra hat dayin. Kesekî ku ev 20 sale koçberî Mersînê bube tenê kiriya ku daye nêzî 30 hezar lîre ye. Sedema betal kirina nêviyê serîlêdana jî cudakariya li hember kurdan e. Lewra maddeyeke bi vî rengî di qanûnê de hatiye bi cih kirin: Kesê ku alîkariya PKK'ê kirine û der barê wan de dozek hatibe vekirin ew nikarin ji ve qanûnê sûd wergirin. Yanî dewletê divê qanûnê de rûyê xwe yî veşartî aşkera kir.
'DIVÊ ÇEK JI CERDEVANAN WERE STENDIN'
Alk. Doç. Abdurrahim Ozen jî bal kişande ser cerdevaniyê. Ozen daxwuyand ku divê li ser vê mijarê çend konferans bên lidarxistin û nêrînên xwe bi van gotinan anî ziman: "Cerdevanî di mijara vegera gundan de cihekî girîng digire çawa di koçberiyê de cihekî girîng girtibû. Îro dema ku gundî vegerin gundê xwe hun bikin nekin dê di rêyê cerdevanan de qatilên zarokê xwe, faîlên şewitandina malên xwe, tecawizkarên xwe bibînin. Ji ber vê yekê jî divê ev mijar bi destê dewletê ve neyê berdan. Kurd bi xwe bixwe ji bo aştiyeke navxweyî pêk bînin divê bikevin nav hewildanan. Divê dewlet di serî de dest deyne ser çekên cerdevanan. Meaşê wan divê heya demekê be jî berdewam bike. Lewra cerdevan bi gelek kirinên dewletê zanin û dem dem di gotinên xwe de dewletê jî tehdît dikin."
Piştî danezana encamê ya konferansê hat amadekirin dê bi raya giştî re were par ve kirin.