Tûncel çû serdana Gokkan a di rojiya mirinê de

Tûncel çû serdana Gokkan a di rojiya mirinê de

Rojiya mirinê ya Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan a li dijî 'dîwarê şermê' di roja şeşemîn de ye. Hevseroka HDP'ê Sebahat Tûncel çû serdana Gokkan. Li binxetê jî gelê hat ser sînor, konên ku dewleta Tirk danîbû ser sînor çirand.

Serdanên ji bo Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan a şeş roj in di rojiya mirinê de ye, dewam dikin. 

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sebahat Tûncel li dû ziyareta nûnerên BDP'ê yên ji aliyê gel ve hatine hilbijartin ên di grêva birçîbûnê de ne, çû serdana Ayşe Gokkan a li qada mayinkirî di rojiya mirinê de ye.

Dema ku Tûncel diçû qada mayinkirî ji wesayîta polîsan anonsa "herêma leşkerî ya qedexe û mayinkirî ye" hat kirin, li gel vê anonsê jî Tûncel meşa xwe dewam kir, çû gel Gokkan rûnişt û pê re sohbet kir.

Li bin xetê jî komek ji 10 kesan, konê kesk ê dewleta Tirk ji bo sînor bigire pêçandibû, çirand.

Li ser vê yekê leşkeran dîsa ew naylonên kesk bi têlên li ser sînor ve kirin û tevî hişyariya leşkeran jî li bin xetê gel careke din naylon qetand. Li ser vê yekê leşkeran gule li hewayê reşandin, lê gel paşve gav neavêt.

Rojavayiyên ku kon çirand û bir aliyê din ê sînor, kon li erdê raxist û li ser rûnişt. Piştî vê bi nîv saetê leşkeran careke din kon bi têlan ve kirin.

Nisêbînî jî li cihekî nêzî qada çalakiya Gokkan radiwestin.

Li aliyê din endamên Meclîsa Şaredariya Nisêbînê li avahiya şaredariyê de civîn li darxistin, çavkaniya Hevpeymana Kyoto û Ottowa ya Wezaretiya Çandê ya Dibistana Nîsîbîs wek e qada sît hatiye pejirandin, şerta Xweseriya Herêmî ya Ewropayê nîşandan, biryara dê li sînor neyê çêkirin dan.