Tugluk: Pirsgirêka gelê kurd a herî girîng yek jî koçberiya bizorê ye
Tugluk: Pirsgirêka gelê kurd a herî girîng yek jî koçberiya bizorê ye
Tugluk: Pirsgirêka gelê kurd a herî girîng yek jî koçberiya bizorê ye
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Aysel Tugluk di konferansa "Vegera Gundan û Koçberiya Zorê ya ji Warê xwe" de axivî û diyar kir ku bi zorê ji cihê xwe koçberkirin, rastiya herî sereke ya pirsgirêka kurd e û êşa herî mezin e. Tugluk, da zanîn ku vê koçeriyê li ser civaka kurd travmayên bêderman vekiriye.
Komîsyona Polîtîkayên Civakî û Koma Xebata Xizaniyê ya Ked û Koçberê ya KCD'ê konferansa "Vegera Gundan û Koçberiya Zorê ya ji Warê xwe" pêk anî. Konferansê bi slogana "Jiyan dê bi jiyana li ser axa dayikê bi wate bibe"
ji bo 2 rojan li salona Konferansê ya Ciwan û Çandê ya Cegerxwîn dest pê kir. Di konferansê de Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, Parlamenterên BDP'ê Ozdal Uçer û Mulkiye Birtane, parlanentera parlamentoya Ewropayê Feleknaz Uca, Şaredarê Colemêrgê Fadil Bedîrhanoglu, Şaredarê Akdenîzê Fazil Turk û Feray Salman, nivîskar Mustafa Sonmez, Kordînatorê Tirkiyeya bê mayîn Muteber Ogreten û gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî jî tev lê bûn. Welatiyên bi navê Maha Hesen Oma û Dilgeş Cuma Îsa yên Rojava ku dihat payin beştarî konferansê bibin jî, rastî astengiya Waliyê Mêrdînê hatin û nekarîbûn tev li konferansê bibin.
Li ber salonê ji bo piştgiriya gelê Rojava stantên berhemên destan hatin vekirin. Dîsa li dijî komkujiya Roboskî û darizandina li dadgeha leşkerî stanta îmzeyan hat vekirin. Li salonê pankartên "Vegera gundan vegera cewher e", "Yên winda dê li cihê hatin windakirin bên ditin", "Li dijî komkujiya çandî û civakî berxwedana civakî" "Koçberîya Kurdan trajedîya sedselane" hatin vekirin. Di destpêka konferansê de sînevîzyona li ser koçberiyê hatibû amadekirin hat pêşandan.
Piştî sînevizyonê Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, axaftina ewil kir û li ser girîngî û wateya konferansê rawestiya. Tugluk, spasiya xwe ji kesên keda wan tev li konferansê bûne kir û wiha got: "Ji bo em pirsgireka gelê kurd ya bi êş niqaş bikin em li hev kom bûn. Ji ber pirsgirêka gelê kurd nayê çareserkirin gelek birînên cuda çêbûne . Tugluk, anî ziman ku pirsgirêka gelê kurd a herî girîng yek jî koçberiyabizorê û ji cih qetandina gelê kurd e.
Tugluk da zanîn ku li gorî lêkolînan ji salên 1980'an heta salên 1990'an û heta 2000'an herî kêm 3 hezar gund û gundik hatin valakirin û herî kêm milyonek mirov ji cih û warê xwe hatin koçberkirin.
'ALIYÊ ZAGONÎ YÊ KOÇBERIYA BI ZORÊ TUNE'
Tugluk, da zanin ku pirsgireka kurd pirsgirêka hebûn û tunebûnê ye û ji ber ku hebûna gelê kurd nayê qebûlkirin her tim ji cihê xwe tê koçkirin û vê yekê wekî mafê zagonî nîşan didin. Tugluk, da zanîn ji ber statuya gelê kurd û erdnîgariyawî tune her tim mafêwan tê binpêkirin û wiha got: "Polîtikaya li hemberî gelê kurd a bi zorê koçberkirin ji ber bê statuya wî ye. Tu aliyê zagonî yên koçberkirina salên 1980'ê û piştrî wê pêk hat tune. Ji keyfî koçberî li ser gelê kurd ferz kirine.
Polîtîkaya koçberikirina bi zorê polîtîkayek gelemperî ye. Ji ber vê koçberiya bi zorê di hiş û derûniya gelê kurd de travmayên mezin hiştin. "
Tugluk, da zanîn ku divê bi awayekî hêsan cihê mirovan neyê guhertin û wiha got: "Guhertin û koçberî bi zorê, tê wateya guhertina nasname, çand, ziman û mafê jiyanê ya bi zorê. Polîtîkayên 1990'an berdewama polîtîkayên 1915'an ên li hemberî komkujiya ermeniyan e. Di salên 1924'an de li dijî mislimanên Balkanan pêk hat. Di salên 1925-1938'an de li dijî gelê kurd pêk hat.
Tugluk, bilêv kir ku li pêş vegera gundan astengiyên gelek mezin hene û hêj herem di bin kontorla leşkerî, helikopter û palafiran de diçin nava dehl û rêzên xwe. Tugluk da zanîn ku bêhiqûqiyek mezin heye û xwest edalet û zagonên çareseriyê bên avakirin.
Tugluk, daxuyand ku heta mexdûriyeta welatiyan neyê çareserkirin dê çareseriya demokratîk û aştiyane jî pêk neyê. Tugluk, da zanîn ku ji ber li Kurdistanê hiqûq rawestandin ev hovîtî tev pêk hat.
Serokê GOÇ-DER'a Amedê Vecih Aydogdu jî anî ziman ku koçberiya bi zorê û ji cih qetandina bi zorê sûcê mirovahiyê ye û wiha got: "Di dîroka mirovahiyê de her dem xwestine ku mirovan û civakê ji cihê xwe qut bike û tune bike. Aydogdu, da zanîn ku ji bo çareseriya pirsgireka koçberiya bi zorê heta niha dewletê tu gav neavêtiye û wiha got: "Piştî rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêvajoya çareseiya demokratîk da destpêkirin tiştê ku herî sereke bihata kirin vegera gundan bû. Vegera gundan gavek stratejîk e.
Aydogdu, anî ziman ku vegera gundan di heman demê de vegera cewherê xwe û demokratîkbûnê ye û wiha got. "Tê wateya ji nûve avakirina jiyanê. Ev firkendek dîrokî ye. Civaka ku li gundê xwe vegere di heman demê de li hemberi wêrankirina çand û ekolojiyê ye."