Til Xelef ji komên çete hate rizgarkirin
Til Xelef ji komên çete hate rizgarkirin
Til Xelef ji komên çete hate rizgarkirin
Bajarokê Til Xelef ku yek ji wargehên yekemîn ên mirovahiyê ye û komên çete yên DAIŞ’ê wekî baregehek êrîşên li dijî Rojavayê Kurdistan bikar di anî, ji aliyê hêzên YPG’ê ve hate rizgarkirin.
Bajarokê Til Xelef ku 4 kîlometre dikeve Rojavayê Serêkaniyê û ev ji salekê zêdetire wekî baregehek komên çete dihat bikaranîn, ji aliyê YPG’ê ve hate rizgarkirin.
Li gorî agahiyên ku ji cihê bûyerê bi dest ketine, hêzên YPG’ê di çarçoveya “Operasyona Şoreşgerî ya Dilsoziya bi Şehîdên Serêkaniyê re” de şevê din li herêma Til Xelef çalakiyek berfireh li dar xistin.
Di çalakiyê de şevê din herêma Esfer Necar hate rizgarkirin. Di saetên serê sibehê de jî bajarokê Til Xelef bi temamî hate rizgarkirin.