TEV-ÇAND'ê 6. konferansa xwe li dar xist
TEV-ÇAND'ê 6. konferansa xwe li dar xist
TEV-ÇAND'ê 6. konferansa xwe li dar xist
Tevgera Çand û Hunerê bi encamnameyekê ragihand ku konferansa xwe ya şeşemîn di navbera 28’ê Cotmehê û 3’yê Mijdarê de, bi tevlîbûna 59 delegeyan li Herêmên Parastinê yên Medyayê lidar xistine. Di konferansê de tespîta, "Heta şoreşa çandî pêk neyê wê tu şoreş mayînde nebin" hat kirin.
Konferansa Tevgera Çand û Hunerê bi beşdariya 59 delegeyên ji her çar parçeyên Kurdistanê û Kurdên li derveyî welêt bi şîara “Bi çanda resen, bi şoreşa hunerî, em civaka azad û demokratîk ava bikin” hate lidarxistin. Tevgera Çand û Hunerê diyar kir ku konferans di serî de ji bo şehîdên Kobanê diyarî Şehîd Welat, Şehîd Şervan, Şehîd Osman, Şehîd Delîl û Şehîd Devrîm kirine û wiha hat gotin, “Konferans di demeke ku hemû cîhan bi dirûşma, “Bijî Berxwedana Kobanê” diherike kolanan de pêk hat û hewl da ku ji hêla eniya tevgera çand û hunerê ve sekn û helwesta xwe ya li beramberî pêvajoyê diyar bike.
Konferansa Tevgera Çand û Hunerê nirxandinên girîng li ser du zîhniyet, tarzê jiyanê û paradîgmayên ku di dirêjahiya dîroka şaristaniya navendî de têne jiyîn kir û di vê têkoşînê de li ser rola nirxên demokratîk û komunal, çanda Kurdewar û temsîliyeta Serokatiyê û tevgera azadiyê bi taybet sekinî. Her wiha konferans li hemberî dek û dolabên pergala modernîteya kapîtalîst û bi wê ve girêdayî rejîma qirkirina çandî, polîtîkayên îmha û înkarê, bandora vê sîstemê ya li ser civakê bi awayekî berfirehî nirxandin bi pêşxist. Di heman deme de şerê di navbera tevgera azadî û sîstema modernîteya kapîtalîst de tê meşandin, bi taybet jî şerê li Rojava wek şerekî sîstemîk nirxand û tespît kir ku hem êrîş sîstemîk e, hem jî berxwedanî.”
HUNER Û WÊJE XEBATÊN GIRÎNG IN
Konferansê destnîşan kir ku di dema rizgariya demokratîk û avakirina jiyana azad de her xebat girîng e û wiha berdewam kir: “Lê, di vê demê de xebatên huner û wêjeyê girîntir in. Ji bo avakirina neteweya demokratîk avakirina mirovê azad pêwîst e, ji bo mirovê azad jî huner û wêje pêwîst e. Ruh, hest û ramanê mirovê azad bi huner û wêjeyê teşe digire. Ev nebin, mirovê azad jî nabe. Mirovê azad jî nebe, avakirina netewe û civaka azad nabe. Civaka demokratîk ava nabe.”
Di konferansê de hat destnîşan kirin ku xebatên huner û wêjeyê weke xebatên ‘li kêlekê’, ‘alîkar’ nikarin bêne destgirtin û nêzîkatiyên bi vî awayî jî mehkûm kiriye.
PÊDIVÎ BI ŞOREŞA HUNERÊ HEYE
Konferansê daxuyand ku şoreşa civakî bi şoreşa çandê ve girêdayî ye û tespît kiriye ku heya şoreşa çandî pêk neyê, wê tu şoreş jî mayînde nebin. Di encamnameyê de wiha hatiye berdewamkirin: “Ji bo şoreşa çandî jî, pêdivî bi şoreşa hunerî heye. Konferans li ser mijarên ku wê çand û huner bi kîjan zîhniyet û sazûmaniyê bê kirin, wê çawa li gorî cewherê hunerê bê tevgerîn, wê çawa hunera têkoşîna azadiyê bê kirin, wê çawa serketinên civakî û siyasî bi hunerê mayînde bibin, wê qirkirina çandî çawa bê pûçkirin sekiniye. Konferans jî li ser van esasan xwe ji nû ve girtiye dest û heya niha çi kiriye, diviyabû çi bikira û wê çi bike nirxandiye.”
HEWCEDARÎ BI RÊXISTINKIRINÊ HEYE
Konferans li ser pirsgirêkên ku di qada çand û hunerê de tên jiyîn jî sekiniye û wiha hatiye ragihandin: “Piştî dîlketina Rêbertiyê belavbûnek di qada çand û hunerê de pêk hatiye û ew rewş hîn jî bi her awayî nehatiye derbaskirin. Di nava atmosfera ku dibêje her kes bi vî awayî ye, divê em jî bi wî awayî bibin de tarzê ku ji aliyê Serokatiyê ve di van xebatan de hatibû bicihkirin, di dema buhrî de hatiye tesfiyekirin. Lewra vegera ew tarzê ku xebat û çalakiyên çandê belavî her şaneya civakê dike, careke din weke pêdiviyeke herî esasî dibîne.” Konferansê diyar kir ku tu kar bê rêxistin nayê kirin û hebûneke ku bêrêxistin jî tuneye.
LI HER DERÊ BERXWEDANIYA ÇANDÊ
Konferansê, ji bo şoreşa civakî, gelê Kurd bi axê re, bi avê re, bi zimanê xwe re, bi dîroka xwe re, bi sekn û ruhê xwe re, bi hunera xwe re bi awayekî giştî jî girêdayî çanda xwe ya dîrokî be weke armanca xwe destnîşan kiriye. Di heman demê de konferansê hunera modernîteya demokratîk bi taybet jî hunera şoreşa ku tevgera azadiyê bi pêş xistiye ji xwe re kiriye armanc. Konferansê destnîşan kiriye ku ji bo çand xwe nîşan bide û bi hunerê jî xwe mayînde bike, pêdivî bi hunereke xurt heye, lewra ji bo derxistina berhemên hunerî û derbaskirina hemû astengiyan xwe gihandiye plansaziyeke xurt.
Konferansê diyar kiriye ku ji ber qirkirina çandî li her derê ye, divê berxwedaniya çandî jî li her derê be. Lewra konferansê biryar girtiye ku li her derê, li her gundî malên çandî bên vekirin û li her derê bi awayekî xurt û berfireh çalakiyên çandî û nîşandana xebatên hunerî pêk bên.
BIRYARÊN GIRÎNG HATIN GIRTIN
Konferansê herî dawiyê jî li gorî pêdiviyên demê der barê Serokatiyê de, der barê nirx, şehîd û gerîla de, der barê polîtikayên çand û hunerê de, der barê rêxistinîbûn, polîtîkaya kadro û perwerdeyê de, der barê arşîvê de, der barê rêxistinkirina çalakiyên çandî, çêkirin û belavkirina berhemên hunerî de biryarên girîng girtiye.
Di dawiya encamnameyê de wiha hatiye gotin: “Bi konferansa me ya şeşemîn wê tevgera çand û hunerê çi bike zelal bûye; peywîr diyar bûne, tarzê xebatê zelal bûye, tiştên talî û esas ji hevdu hatine derxistin, pirsgirêk û astengî hatine nîqaşkirin û ji bo derbaskirina wan jî perspektîfeke xurt derketiye. Hemû hevalên ku tevlî konferansê bûne jî, biryardarî û xwesteka xwe nîşan dane. Lewra tişta ku divê bê kirin li gorî ruhê konferansê bi erk û berpirsiyartiyên xwe rabûne, kar kirine.
Herî dawiyê jî konferansê bang li hemû kadro û xebatkarên TEV-ÇAND’ê û gelê me kiriye ku ji bo bi çanda resen û şoreşa hunerî civaka demokratîk û azad ava bikin, bikevin nava liv û tevgerê.”






