Tenduristiya Gokkan berbi astek krîtîk ve diçe
Tenduristiya Gokkan berbi astek krîtîk ve diçe
Tenduristiya Gokkan berbi astek krîtîk ve diçe
Serokê Şaxa TTB’ê ya Mêrdînê Kamuran Yildirim, diyar kir ku Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan ya di rojiya mirinê de ye di nav 7 rojan de 9 kîlo dane û got, “Gihiştiye asta krîtîk. Ev hemû nîşaneyên bi lez ên birçîbûnê ne.”
Serokê Şaxa Mêrdînê ya Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) Kamuran Yildirim, Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan a ev 7 roj in ji bo şermezarkirina “dîwarê şermê” yê di navbera Nisêbîn û Qamişlo de şermezar bike dest bi rojiya mirinê kiriye, muayene kir.
Yildirim, der barê tenduristiya Gokkan de wiha got, "Bêrê bedena wê av qebûl nedikir. Niha tevî ku qebûl dike jî rewşa wê girantir dibe. Ji ber ava bi xwê û bi şekir venaxwe dema ava din vedixwe vedirişe. 9 kîlo wenda kirine. Gihiştiye asta krîtîk. Ev hemû nîşaneyên bi lez ên birçîbûnê ne. Bi xwe diyar kir ku heta lêkirina dîwar neyê rawestandin wê çalakiya dewam bike.”