Têkildarî komkujiyên 13'ê Mijdarê çeteyek li Awûstûryayê hat girtin
Hat ragihandin, têkildarî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên 13'ê Mijdarê li Fransayê pêk anîn, kesekî din li Awûstûryayê hatiye girtin.
Hat ragihandin, têkildarî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên 13'ê Mijdarê li Fransayê pêk anîn, kesekî din li Awûstûryayê hatiye girtin.
Penaberekî Fasî yê bi navê Abîd Tabaoûnî ê par meha Tîrmehê li paytexta Belçîka Brukselê hat girtin, ji ber ku qeyda wî li kampeke li bajarê Salzbûrg ê Awûstûryayê heye, radestî vî welatî hatibû kirin. Tê gotin, têkiliya vî şexsî bi Adel Haddadî û Mohammed Osman heye, ku ev her du kes li kampeke penaberan a li heman bajarî di Mijdara 2015'an de hatibûn girtin û piştre radestî Fransayê hatibûn kirin.
Hatibû tespîtkirin ku têkiliya van her du kesên bi navê Haddadî û Osman bi çeteyên DAIŞ'ê yên di 13'ê Mijdara 2015'an de li Parîs û Stade de France komkujî kirin, heye. Tê zanîn, Haddadî û Osman par di ser Tirkiyeyê re derbasî girava Leros a Yewnanîstanê bûn. Derketibû holê, ku êrîşkarên xwekujî yên komkujî kirin, di heman demê de di ser girava Leros re derbasî Ewropayê bûn.
Li gorî agahiyên dawî, pêkane têkiliya penaberê Fasî yê bi navê Abîd Tabaoûnî bi Adel Haddadî û Mohammed Osman heye.