Tê gotin 3 jinên li Fransayê hatin girtin, amadekariya êrîşê dikirin
Duh li bajarê Essonne yê Fransayê 3 jin hatin binçavkirin. Tê gotin, van her sê jinan plan dikirin ku di demeke nêz de li vî welatî êrîşa terorîstî bikin.
Duh li bajarê Essonne yê Fransayê 3 jin hatin binçavkirin. Tê gotin, van her sê jinan plan dikirin ku di demeke nêz de li vî welatî êrîşa terorîstî bikin.
Li herêma Boûssy-Saînt-Antoîne ya Essonneyê, sê jinên 19, 23 û 39 salî di encama operasyonekê de duh êvarê ji aliyê polîsan ve hatibûn binçavkirin.
Wezîrê Karên Hundir Bernard Cazeneûve li ser binçavkirina van her sê kesan daxuyaniyek da û anî ziman, ku agahî û delîl li ber destê wan hene ku nîşan didin ev her sê jin 'radîkal û fanatîk' bûne. Wezîr piştrast kir ku ev operasyona binçavkirinê pêwendiya xwe bi lêpirsîna li ser tupên gazê yên li ber Dêra Notre Dame de Parîsê di wesayîtekê de hatibû dîtin, heye.
Hat gotin, di dema operasyona binçavkirinê ya duh êvarê de yek ji van jinan bi kêrê li ber polîs rabûye û polîs jî bi çekê bersiv daye. Jina birîndar bû rakirin nexweşxaneyê. Polîsê ku ji ber êrîşa vê jina tê gotin endama çete ye birîndar bû, hê li nexweşxaneyê tê dermankirin û xeteriyek li ser jiyana wî nîne.
Li gorî wezîr Cazeneûve, ji destpêka salê û vir ve 260 kes ji ber têkiliya xwe bi DAIŞ'ê û rêxistinên din ên çete hene, hatine girtin.
Li Fransayê, di êrîşa 7'ê Çileya 2015'an a li dijî kovara mîzahê Charlîe Hebdo de 11 kes hatibûn qetilkirin. Di 6 êrîşên cuda de, ku roja 13'e Mijdara 2015'an ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve li Parîs û Saînt Denîsê hatin kirin, 132 kes hatibûn qetilkirin.
Kesekî din ku tê gotin pêwendiya xwe bi DAIŞ'ê re heye, roja 14'ê Tîrmehê êrîşî pîrozbahiyên li bajarê Nîce kiribû. Vî kesê qemyon bi ser bi hezaran kesên li hev civiyabûn ve ajot, 86 kes qetil kiribû, bi sedan kes birîndar kiribû. Roja 26'ê Tîrmehê jî, du çeteyên DAIŞ'ê êrîşî dêrekê kiribûn û qirika rahîbekî jê kiribûn.