Tansiyonê Şaredar Gokkan ya ku ketî rojiya mirinê rabû

Tansiyonê Şaredar Gokkan ya ku ketî rojiya mirinê rabû

Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan li dijî avakirina "Dîwarê Şermê" yê hikûmeta AKP'ê li ser sînorê Nisêbîn û Qamişloyê ava dike, çalakiya Rojiya Mirinê di roja 3'an de berdewam dike. Doktorên ku bi ambulansê hatin qada çalakiyê tenduristiya Gokkan, kontrol kirin. Doktoran diyar kirin ku tansiyonê Gokkan rabûye û tenduristiya wê nebaş e. Gokkan, anî ziman ku dê çalakiya xwe berdewam bike.

Şaredara Nisêbînê ku li dijî avakirina "Dîwarê şermê" yê li ser sînorê Nisêbîn û Qamişlo tê avakirin, bi tena serê xwe 3 rojin çalakiya Rojiya Mirinê berdewam dike. Gokkan, li gel hemû hewldanên îknakirinê çalakiya xwe berdewam dike. Bi seran kesên ku ji bo piştgiriyê bidin Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan çalakiya xwe ya li ser sînor berdewam dikin û li ser sînor nobetê digirin. Li gel ku polîsan bi bombeyên gazê û ava şit mudaxaleyî girsê kir û girse belav kir jî dîsa girse hat li nêzî sînor kom bû û çalakiya xwe ya piştgiriyê ji bo Ayşe Gokkan berdewam dike.

Gelek polis di saetên êvarî de hatin qada bi mayîn ku Şaredar Gokkan lê çalakiya xwe berdewam dike rawestiyan. Li gel girsê Hevserokê BDP'a Mêrdînê Reşat Kaymaz, Rêveberen BDP'ê hatin ber sînor daxuyanî dan Hevserokê BDP'a Mêrdînê Reşat Kaymaz, mudaxaleya polisan şermezar kir û diyar kir ku gelê kurd dê neyê van lîstikan. Kaymaz, anî ziman ku ev êrîş li hemû gelê Nisêbîn û Qamişlo hatiye kirin û ew dê vê mudaxaleyê qebûl nekin.

Sibe dê bi tevlêbûna Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak û hilbijêran çalakiya gireva birçibûnê bê destpêkirin.

Piştî daxuyaniyê ambulansa hat qada çalakiyê tenduristiya Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan kontrol kir. Doktoran piştre diyar kir ku tansiyonê Gokkan bilind bûye û tenduristiya Gokkan nebaş e. Girseya ku li kolanên navberê rawestiyane jî piştgiriya xwe ya ji bo Gokkan bi govendê berdewam dikin.