Siûdiyan li Yemenê mala sersaxiyê bombe kir: bi dehan kes mirin

Li Yemenê di encama bombeyên Koalîsyona Ereb a di pêşengtiya Siûdî de, dehan kes mirin.

Li gorî sabanews.net ku nêzî milîsên Şiî Hûsî ye ku paytext Sanaayê kontrol dikin, bi ser mala sersaxiyê de balafirên şer bombe avêtine û di encamê de bi dehan kes mirine û birîndar bûne.

Li gorî agahiyên ku malpera navborî dide mala sersaxiyê ya ku bombe bi ser de hatine barandin piştî mirina Celal El Rûşen hatiye danîn ku Celal El Rûşen di hikûmeta Hûsiyan de Wezîrtiya Karê Hundir dikir.

Ji bihara 2015’an ve ji ber sedema bombeyên Siûdî Erebîstan û welatên din ên Kendavê bi sedan zarok û jin hatin kuştin.