Şîmşekê BDP’yî jî hate binçavkirin

Şîmşekê BDP’yî jî hate binçavkirin

Endamê Komîsyona Perwerdeya Akademiya Siyaseta Navenda Giştî ya BDP’ê Kînyas Şîmşek, li Êlihê ji aliyê gelek polîsên sivîl ve hate binçavkirin.

Endamê Komîsyona Perwerdeya Akademiya Siyaseta Navenda Giştî ya BDP’ê Kînyas Şîmşek, li Êlihê ji aliyê gelek polîsên sivîl ve hate kaş kirin û binçavkirin. Şîmşek dema bi rêveberên BDP’ê Êlihê re ji avahiya BDP’ê daketin li ber derê avahiyê ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Li gel hemû hewldan û berteka rêveberên BDP’ê polîsan Şîmşek ji nav koma BDP’yan derxistin û binçav kirin.

Dema polîsan xwest Şîmşek bixe binçavan di nav de hevserokên BDP’a Êlihê Rahşan Çarboga û Serdar Atalay jî hebûn, rêveberên BDP ji aliyê polîsan ve hatin pincirandin û demek kin rageşî rû da. Hate hîn bûn ku, polîsan li rêveberên BDP’ê gef xwarine û gotinên kirêt ji wan re kirine.

Şîmşek ê ku hate binçavkirin, ew birin Midûriyeta Polîsan a Êlihê. Hevserokê BDP’a Êlihê Serdar Atalay, têkildarî binçavkirinê agahî da û wiha got: “Polîsan tu hîncet ji me re neda nîşandan hevalê me Kînyas kirin binçavan. Polîsan li me gef xwarin û gotinên ne baş gotin me.”

Ji serê sibê heta niha rêveberên BDP’ê yê li bajarên herêmê hatine binçavkirin gihîşt 5’an.