Seyîd Riza û hevalên wî li Dêrsimê hatin bîranîn
Seyîd Riza û hevalên wî li Dêrsimê hatin bîranîn
Seyîd Riza û hevalên wî li Dêrsimê hatin bîranîn

Meclîsa Piştevaniya Dêrsimê bi merasîmekê Rêberê berxwedana Dêrsimê ya sala 1937-38'an Seyîd Riza, kurê wî Resik Huseyin û 5 hevalên wî bi bîr anî. Hate gotin ku berxwedana Seyîd Riza û hevalê wî niha li Kobanê û çar parçeyên Kurdistanê berdewam dike.
Meclîsa Piştevaniya Dêrsimê, Rêberê berxwedana Dêrsimê a 1937-38'an Seyîd Riza, kurê wî Resik Huseyin û 5 hevalê wî ku li qada Genim a Xarpêtê hatin darvekirin, di 77'emîn salvegerê de bibîr anîn. Hevşaredarên Dêrsimê Nurhayat Altun, Mehmet Ali Bul û gelek welatî tevlî merasîma bîranînê bûn. Li qada merasîmê posterên rêberê berxwedana Dêrsimê Seyîd Riza, pankartên bi Tirkî û Kurdî "Yên bê kefen ketin bin axê ronahiya şeva me ronî dikin" hatin vekirin.
Ji bo kesên di sala 1937-38'an di komkujiya Dêrsimê jiyana xwe ji dest dan de deqeyek rêz hate girtin. Li ser navê Meclîsa Piştevaniya Bajarê Dêrsimê Leman Çevrim axivî û bibîr xist ku di salên 1937-38-39'an de di dema liv û tevgera leşkerî bû Seyîd Riza, kurê wî Resik Huseyin bi awayekî bêhiqûqî hatin darizandin û li qada Genim a Xarpêtê hatin qetilkirin. Çevrim bal kişand li ser aqûbeta gora wan û wiha axivî: "Rexmê 77 sal li ser qetilkirina Seyîd Riza de derbas bû hin cihê gora wan ne diyar e. Piştî qetilkirina Seyîd Riza û hevalê wî niha jî trajediyeke din dilê me de tê jiyîn."
Çevrim daxwazên xwe wiha rêz kirin: "Rastiyê Komkujiya Dêrsimê derxin holê û rastiyê ji raya giştî re aşkera bikin. Divê aqûbata hestiyê Seyîd Riza û hevalên wî werin aşkerakirin û teslîmkirin. Îtibara Seyîd Riza û hevalên wî îade bikin û ji bo mexdûran merasîm were lidarxistin."
Yek ji neviyê kesên di sala 1937-38'an li Dêrsimê hatin qetilkirin Muslum Kaya ji axivî. Kaya diyar kir ku leşkeran 43 kes anîn gundê Heniyê Dizdu ku destê wan girêdayî bûn û ji aliyê leşkeran ve hatin gulebarankirin. Kaya navê wan kesan jî yek bi yek xwend.
Hevşaredarê Dêrsimê M. Ali Bul ji di merasîmê de axivî. Bul anî ziman ku îro berxwedana Seyîd Riza û hevalê wî li Kobanê û 4 parçeyên Kurdistanê berdewam dike. Bul bilêv kir ku tu ferqa "AKP'ê, CHP'ê û MHP'ê tune ye. Ev zîhniyeta yekparêzî divê rastiyê rû bi rû were."