Seyîd Riza û hevalên wî li cihê hatin bidarvekirin hatin bîranîn
Seyîd Riza û hevalên wî li cihê hatin bidarvekirin hatin bîranîn
Seyîd Riza û hevalên wî li cihê hatin bidarvekirin hatin bîranîn
Seyîd Riza û hevalên wî li Qada Bûgday a Xarpêtê (Elezîz) ku hatibûn bidarvekirin, hatin bîranîn.
Ji rêberên berxwedana Dêrsimê Seyîd Riza û hevalên wî di salvegera 77’emîn a qetilkirinê de li Qeda Bugdayê ya Elezîzê hatin bibîranîn. Bi sedan welatî bi pêşengiya Platforma Demokrasî û Kedê ji bo bibîranîna Seyîd Riza û hevalên wî hatin cem hev û pankarta “Dêrsim qetlîama mirovahiyê ye” “Şehîd namirin” vekirin û hatin Qada Bugdayê daxuyanî dan.
Li ser navê girseyê Hevserokê HDP’ê yê Elezîzê Yunus Guneş axivî û Tirkiyeyê di çarçoveya polîtîkayên yekkirinê de li dijî nasname, çandên cuda polîtîkaya înkar, îmha û asîmîlasyonê pêk aniye.
Guneş got ku dîroka Tirkiyeyê bi komkujiyên ku tê xwestin ser wan bê girtin tijî ye û wiha axivî: “Di 1921’an de li Koçgîriyê, Paluyê, Agiriyê, Zîlanê, Dêrsimê, Mereşê, Çorumê, Sêwasê, Roboskî mirov qetilkirin, beriya 77 salan jî di şexsê Seyîd Riza û hevalên wî de ji 50 hezar kesan zêdetir mirov qetil kirine heman feraset e. Em di navbera komkujiya CHP’ê ya di 38’an de li Dêrsimê û pratîka asîmîlasyonîst a AKP’ê cudatiyê nabînin. Îro jî li Şengal û Rojava DAIŞ a hov a ku ji aliyê dewletên emperyalîst ve hate mezinkirin dîsa hewl didin gelan tune bikin.”
Piştî daxuyaniyê merasîma bîranînê bi çepik û dirûşman bi dawî bû.