Sewqiyata leşkerî ya sînor berfireh dibe
Sewqiyata leşkerî ya sînor berfireh dibe
Sewqiyata leşkerî ya sînor berfireh dibe
Sewqiyata leşkerî ya li sînorê Herema Kurdistana Federal û navçeya Şemzînan a Colemêrgê didom e, hat diyarkirin ku yekîneyên leşkerî li ser xeta sînor cih bi cih operasyon li dar dixin.
Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê, sewqiyata leşkerî ya li cihên stratejîk û sînora Herêma Kurdistana Federal û Îranê, didom e. Sewqiyata li Gever û Şemzînanê ku di 10'ê cotmehê de hatibû destpê kirin didom e, hat diyarkirin ku yekîneyên taybet li herêma Şehîdan (Çilmeran şehîda) operasyon dane destpê kirin. Hat ragihandin ku ev 2 rojin li heremên Melavya, Helanqê, Tîse, Dêmanê û girên bilind tevgera leşkerî heye.
Li gor agahiyên ji çavkaniya heremî hatine girtin, operasyona bi piştgiriya hewayî ya li mezraya Tanyol a girêdayê navçeya Şemzînan a Colemêrgê û herêma Xakurkê ya girêdayê Herêma Kurdistan a Federal de di 22'ê cotmehê de hatibû destpê kirin didom e. Hat ragihandin ku sewqiyata leşkerî ya ji Şemzînan û Geverê ber bi heremên Rubareka Serkem, Tatesela, Bereqeşqê, Çiyayê Çîmen, Çiyayê Kurê Mizgeftan a di nava herêma Xakurkê de ne û Gedika Goristanê, Geleşim û Gira Geleşimê ya di nava sînorê Şemzînanê de ne, hatibû kirin jî didom in.
Leşkerên ku li Zozana Meydanûk a ji hêla gundiyên Geleşim û Garê ya girêdayên Şemzînanê ne bikar tanîn, nîzamiya seyar hatibû danîn, li ser hemwelatiyan lêgerînê dikin û nasnameya wan di GBT'yê de derbas dikin.
Tevgera helîqopteran a li ser xeta sînor û Şemzînan, Geverê nava rojê berdewam kir, sewqiyata leşkerî û wesayîtên bi zirh a li Qereqola Oramarê ya Geverê jî didom e. Di qereqola Oramarê de xebatên avakirinê berdewam dike, hat ragihandin ku li dora qereqolê jî gelek quleyên çavderiyê hatine çêkirin. Sînorê Tirkiye û Îranê ya di navbera Bajêrgehê de li ser çiyayên bilind, di 500 metre mesafeyan de qûleyên çavderiyên tên çêkirin, tabûrên Oramar û Bajêrgehê jî anîne asta tugayê.