Şewata li daristanên Rojhilatê Kurdistanê dewam dike

Şewata li daristanên Rojhilatê Kurdistanê dewam dike

Şewitandina daristan û mêrgên Rojhilatê Kurdistanê berdewame û heya niha bi hezaran donim xwezaya herêmê bûne xwelî. Lê heya niha jî rayedarên rejîmê yên herêmê ti hewildan û bersivekî ji bo çareseriya vê pirsgirêkê ne dane parêzvanên xwezayê. Li gorî agahiyan, heta niha 250 caran daristan û mêrgên Mêrîwanê hatine şewitandin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine wergirtin, duh û pêr agir berbûye daristanên gundên Mirane, Lencawa girêdayî bajarê Mêrîwanê, Hecbine ya girêdayî bajarê Sewlawa ûbajarê Pawe li herêma Hewreman. Hat ragihandin ku heya niha 250 caran hatine şewitandin.

Hêjayî gotinê ye ku agir berdana daristanên Mêrîwanê ji 3 mehan zêdetire dewam dike. Li gorî serçaveyên ku ji herêmê radigehînin, agir berdanên li daristan û mêrgên herêmê ji aliyê rejîma Îranê ve tê kirin û rayedarên herêmê yên rejîmê heya niha ti hewildanek ji bo çareseriya vê pirsgirêkê nedane.