Şeva piştgiriya Çira TV
Şeva piştgiriya Çira TV
Şeva piştgiriya Çira TV
Kurdistaniyên li derdora bajarên Hannover, Celle û Bielefeldê dijîn, bi şevekê piştgirî dan yekemîn televîzyona Kurdên Êzidî Çira TV.
Bi armanca piştgirîdayîna Çira TV, ku qenala destpêkê ya Kurdên Êzidî ye, şeveke piştgiriyê hat lidarxistin. Şeva ku diyarî cangoriyên Şengalê hat kirin, di 15'ê Mijdarê de li bajarê Elmanya Stadthagenê pêk hat. Ji bajarên Bielefeld, Celle, Hannover û derdora wê zêdeyî 500 Kurdistanî beşdarî şevê bûn.
Li salona şevê, li gel posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên cangoriyên civaka Êzidî yên di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dan, pankartên bi nivîsa "Bi rêxistina xweser ber bi pêşengiya azad", "Kobanê rûmeta Kurdistanê ye" û "Li Şengalê xwedî derkevin" hatin daliqandin.
Şeva piştgiriya Çira TV, saet di 15:30 de bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo cangoriyên Şengalê û têkoşînê azadiyê ya Kurdistanê destpê kir.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê, Koroya Dengê Ezda derket ser dikê û berhemên xwe yên ji çanda Êzidiyatiyê pêşkêş kir.
Ji Rêveberên Çira TV Hecî Çelîk û Gewrê Cengîl derketin ser dikê, li ser girîngiya çapemeniya azad axivîn û banga piştgiriyê kirin. Rêveber Gewrê Cengîl di destpêka axaftina xwe de der barê alîkariya ku wan weke Çira TV ji bo Şengaliyan kom kirine agahî da û diyar kir, ku heta niha zêdeyî nîv mîlyon euro alîkarî hatiye komkirin û piraniya vê alîkariyê gihaştiye Şengaliyên koçber, bi taybetî yên li Bakur û Rojavayê Kurdistanê.
"HER ALÎKARIYEK WÊ BIBE DILOPEK DON Û ÇIRA ME RONÎ BIKE"
Hecî Çelîk jî di axaftina xwe de bibîr xist, ku di dîroka Kurdistanê de yekem televîzyona çapemeniya azad di sala 1995'an de dest bi weşanê kiriye û destnîşan kir ku Çira TV jî berdewamiya vê kevneşopiya ragihandina azad e.
Çelîk bal kişand ser girîngiya endametî û piştgiriya Çira TV û got, "Euroyeke weke alîkarî bê dayîn jî wê bibe dilopek don û Çira me hemûyan ronî bike."
Rêveberê Çira TV Hecî Çelîk di dewama axaftina xwe de ragihand, ku Çira TV di heman demê de roleke arşîva çand û mîrateya Êzidiyatiyê jî dilîze, ku ji nifşên pêşerojê re mîrateyekê bihêle.
Di rêveçûna şahiyê de helbestvan Xebat Şakir û Newaf Mîro derketin ser dikê û helbestên xwe yên li ser Şengalê bi beşdaran re parve kirin. Di dema xwendina helbestan de, demên hestyar hatin jiyîn.
Serokê Tevgera Demokratîk a Êzidiyan (TEVDA) Seîd Hesen Seîd jî bi rêya telefonê beşdarî şevê bû û destnîşan kir, ku êrîşên hatine kirin yekîtî li ser wan ferz kirine û banga yekîtiyê li tevahiya Êzidiyan kir.
Piştre bi dorê, ji Platforma Hunermendên Êzidî Hozan Weysî Emer û Koma Şano ya Bêkes a ji bajarê Bielefeldê derket ser dikê. Lîstika koma şano ya bi mijara berxwedana YPG û YPJ'ê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê, rastî eleqeyeke mezin hat û di dema bi dawî bûna lîstikê de, beşdaran dirûşmên "Bijî Berxwedana YPG'ê" qîriyan.
Hevbendiya Êzidiyên Rojavayê Kurdistanê û Heyva Sor a Kurdistanê peyman şandin û piştigiriya xwe ya ji bo Çira TV nîşan dan.
Dûre Hozan Sosin derket ser dikê û bi hunera xwe rastî pêwendiyeke mezin hat.
"BERXWEDANA ŞENGAL Û KOBANÊ REWATIYA TÊKOŞÎNA AZADIYÊ BI CÎHANÊ DAN QEBÛLKIRIN"
Hevserokê Federasyona Komeleyên Êzidiyan li Ewropayê (FKÊ) Alî Atalan ji beşdaran re axivî û bal kişandi ser dîrokîbûyîna pêvajoya heyî ya Kurdistan tê re derbas dibe.
Atalan da xuyakirin ku berxwedana li Şengalê çand û ola Êzidiyan li qada navneteweyî, berxwedana Kobanê jî rewatiya tevgera azadiyê ya Kurdistanê bi tevahiya cîhanê dane pejirandin.
Atalan di axaftina xwe de girîngiya saziyên çapemeniyê di jiyana civakan de bibîr xist û got, "Xwedîderketina li Çira TV ji bo me hemûyan erkeke stratejîk e. Çira TV hevale ruhê berxwedana Şengal û Kobanê ye. Alîgirê azadiyê ye. Divê em xwedî lê derkevin."
Li dû axaftina Hevserokê FKÊ Alî Atalan, hunermendê navdar ê gele Kurd Xelîl Xemgîn derket ser dikê.
"PÊWÎSTIYA ÊZIDIYAN BI RÊXISTINBÛYÎNEKE XURT HEYE"
Herî dawî jî peyama endama Konseya Serokatiya Giştî ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Sozdar Avesta, bi dîmen hat pêşkêşkirin.
Avesta ragihand, ku dagirkerên nekarî di 72 fermanan de bigihêjin armanca xwe, bi fermana dawî re hewl dane daxwazên xwe bicih bînin, lê rastî berxwedaneke mezin a HPG û YBŞ'ê hatine.
Avesta rewşa li Şengal û Kobanê anî pêşberî hev û got, "Çima Şengal di nava 4 saetan de hat dagirkirin, lê çima Kobanê ev zêdeyî 2 meh in li ber xwe didin? Divê ev rewş baş were nirxandin û ders jê were derxistin. Kobanê, gelê Kobanê ji ber xwe gelekî rêxistinbûyî ye, ev bi mehane li ber xwe dide."
Avesta diyar kir ku beriya her tiştî pêwîstî bi yekîtiyê heye û destnîşan kir ku bi yekîtî û rêxistinbûyînê Şengal dikare bê azadkirin. Avesta da zanîn ku ya ji bo civaka Êzidî pêwîste, xwe bi xwe birêvebirine û xwest, di vî warî de hewldan bên kirin.
"XWEDÎDERKETINA LI SAZIYÊN ÇAPEMENIYA AZAD GIRÎNG E"
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta girîngiya saziyên çapemeniyê jî destnîşan kir û ragihand, ku di serî de karsazên Kurd ên li Ewropayê divê gelemperiya civaka Êzidî ya li derveyî welat xwedî li vê qenala xwe ya televîzyonê derkevin û xurtir bikin.
Şeva piştgiriya Çira TV bi stranên hunermend Silêman Rengîn, saet di 20:00 de bi dawî bû.