Şervanê YPG’ê Nûrî ji aliyê hezaran ve hate oxirkirin
Şervanê YPG’ê Nûrî ji aliyê hezaran ve hate oxirkirin
Şervanê YPG’ê Nûrî ji aliyê hezaran ve hate oxirkirin
Şervanê YPG’ê Hesen Nûrî yê di berxwedana bêhempa ya Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest da, li navçeya Pirsûs a Rihayê ji aliyê hezaran kesî ve hat defnkirin. Endamê MEYA-DER’ê Osman Sîme di merasîma cenaze de axivî û got: “Roj roja namûs, rûmet û qehremaniyê ye. Divê em li eniya pêwîst cihê xwe bigirin. Em dikarin bi vî awayî Kobanê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bikin.”
Şervanê YPG’ê Hesen Nûrî yê ku di encama berxwedana Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da, li Pirsûsê bi merasimekê spartin axê. Di merasîma cenazeyê şervanê Kurd Nûrî de endamê Komîteya Îcrayê ya KCD’ê Seydî Firat, endamê Meclîsa Partiyê (MP)’ya HDP’ê Mehmet Doymaz, alimên ji Stenbolê hatin û endamên Dayikên Aşitiyê amade bûn. Di merasîmê de dirûşmên “Bijî Berxwedana Kobanê”, “Şehîd Namirin”, “Bijî berxwedana YPG/YPJ”, “Kobanê xeman nexwe gelê Kurd bi te re yek e”, “Rêya şehîd rêya partiya me PKK ye” qîriyan. Di merasîmê de alên YDG-H û YDG'ê hatin vekirin.
‘ÎRO ROJA NAMÛS, RÛMET Û QEHREMANIYÊ YE’
Cenezeyê Nûrî bi rengên kesk, sor û zer hatibû xamilandin li goristanê di serî de nimeja cenazeyê hat kirin. Piştî nimejê cenazeyê Nûrî welatiyan spartin axê. Piştî spartina axê ji bo cangoriyên di rêya şoreş û azadiye de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin. Endamê MEYA-DER'ê Medenî Aktar di merasîme de axivî û diyar kir ku wê ti carî cangoriyên ku ji bo gelê Kurd jiyana xwe ji dest dane, ji bîr nekin û xwedî li nirxên wan derkevin. Endamê MEYA-DER’ê Osman Sime jî diyar kir ku di pevajoyeke gelek girîng re derbas dibin û di vê pevajoyê de jî nirxên xwe yên herî giranbuha winda dikin. Sime got ku ev çil sal in gelê Kurd ji bo mafên xwe û azadiya xwe têdikoşe û wiha domand: “Kobanê jî ev hêza xwe ya berxwedanê ji berxwedana 40 salan a gelê Kurd digire. Divê em li pişt hevalên xwe bin, divê em li kêleka wan cihê xwe bigirin. Roj roja namûs, rûmet û qehremaniyê ye. Divê em li eniya pêwîst cihê xwe bigirin. Em dikarin bi vî awayi Kobanê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bikin.”



