Serlêdana parêzeran bi hînceta "Keştî xerabe ye" hat redkirin

Serlêdana parêzeran bi hînceta "Keştî xerabe ye" hat redkirin

Serlêdana parêzerên Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan a ji bo hevdîtina heftane ya asayî bi hînceta gemî xirebeye dîsa hat redkirin.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yureklî, Mazlum Dînç û Şaziye Onder, bi boneya bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtina asayî ya heftane pêk bînin serî li Dozgeriya komarê ya Bûrsayê dan. Serlêdana parêzeran dîsa bi hinceta "Keştî xerabe ye" hat redkirin.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an çûbûn Îmraliyê. Piştî wê heta niha hemû serlêdanên parêzeran bi sedemên cuda hatin redkirin.