Sedemên rê li ber serketina Trûmp vekirin

Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), şoqa ji ber serketina Donald Trûmp hê jî dewam dike. Lê belê hin sedem hene ku rê li ber serketina Trûmp vekirine.

Donald Trûmp ku bi gotinên xwe yên dijberiya koçberan, Misilmanan û jinan, her wiha bi sozên xwe yên alîgiriya dijwariyê rê li ber nerazîbûna gelek derdoran vekir, li pêşberî hevriya xwe Hîllary Clînton, li eyaletên ku di hilbijartina dawî de dengê xwe dabûn Partiya Demokrat bi rêjeyeke bilind a dengan bi ser ket. Serketina Clînton li Florîda û Pennsîlvanyayê, ku 49 delege derxist, têra serketina wê ya giştî nekir.

NEKARÎ XWE BIGIHÎNE HILBIJÊRÊN SANDERS

Yek ji sedemên serketina Trûmp ew e ku Clînton di mijarên aboriyê de bi têrkerî nebû bersiv. Tevî ku karkeran û baskê çep ê Partiya Demokrat piştgirî didan Bernîe Sanders jî, Clînton bi dengên delegeyan hate hilbijartin. Xuya ye ev yek bi kêrî Trûmp hatiye.

Trûmp bi taybetî hewl da xîtabî çîna navîn û karkeran bike. Trûmp soz da ku di nava 10 salan de 25 mîlyon qadên nû yên kar bafirîne. Her wiha soz da ku mûçeya kêmtirîn ji 7,5 dolarî bike 10 dolarî.

LÊPIRSÎNA FBI

Tê texmînkirin ku lêpirsîna FBI a li hemberî Wezîra Karên Derve ya berê Clînton, bandoreke girîng li serketina Trûmp kir. Ji ber nivîsên fermî yên dema wezîrtiya xwe de bi rêya maila xwe ya şexsî şand, lêpirsîn li Clînton hat vekirin û lêpirsîna duyemîn jî du hefte beriya pêkhatina hilbijartinê hat vekirin. Vê yekê jî bandor li biryara hilbijêran kir.

NEXWEŞIYA XWE VEŞART

Hîllary Clînton di merasîma bîranîna 11'ê Îlonê de nexweş ket û hewl da vê yekê bi gotina 'ji ber germê' eşkere bike. Ev bû sedema rexneyê. Piştî ku derket holê di 9'ê Îlonê de teşxîsa pnomonî li Clînton hatiye danîn, derfet ji Donald Trûmp re afirî ku propaganda 'Ji bo serokatiyê, enerjiya têrker a namzeta demokratan nîne" bike.

HEQARETA LI HILBIJÊRÊN TRÛMP

Hin gotinên Clînton ku di meha Îlonê de li dijî hilbijêrên Donald Trûmp kir, rê li ber gelek nerazîbûnan vekiribû.

Clînton di civîneke ji bo kampana hilbijartinê de têkildarî alîgirên Trûmp gotibû, "Mirovên ku nîvê wan di rewşeke mirov li ber bikevin de ne. Nîjadperest in, zayendîperest in, dijminên biyaniyan e, Îslamofobya û çi tiştên din ên bên hişê we..." Ji bo nîvê din ê alîgirên Trûmp, Clînton gotibû "Girseyeke bi rengekî bêhêvî daxwaza guhertinê dikin" bi kar anîbû.

Ji ber zêdebûna nerazîbûnan, Clînton dabû xuyakirin, ku ew ji ber van gotinên xwe yên li dijî bi deh mîlyonan mirovî bilêv kiriye 'poşman' e. Lê belê Trûmp ev yek di propaganda xwe ya hilbijartinê de gelekî bi kar anî bû.