Sazî û dezgehên sivîl ên Qamişlo piştgirî dan Gokkan

Sazî û dezgehên sivîl ên Qamişlo piştgirî dan Gokkan

Saziyî û dezgehên civakî yên sivîl li Qamişlo bi armanca piştgiriyê bidin Seroka Şaredariya Nisêbînê Eyşê Gokkan ku ev 6 roj di rojiya mirinê deye û çêkirina "Dîwarê Şermê" şermezar bikin, daxuyanî dan.

Bi dehan endamên Sazî û Dezgehên civakî yên sivîl li Qamişlo li ber navenda saziyê hatin cem hev û daxuyaniyek xwendin. Di daxuyaniyê de çêkirina "Dîwarê Şermê" ya ji aliyê Hikûmeta Erdogan ve hate şermezarkirin û wekî dîwarê nijatperst ê Filîstînê hate binavkirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Tirkiyê bi çêkirina dîwaran dê nikaribe gelê kurd ji hev qut bike.

Di berdewama daxuyaniyê de çalakiya Eyşe Gokkan a li dijî çêkirina "Dîwarê Şermê" hate silavkirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku saziyên civakî yên sivîl dê bi hemû îmkanên xwe ji bo parastina destkeftiyên gelê Rojava tev bigerin û wê lidijî çêkirina dîwaran bê deng nemînin.

Saziyên ku tevlî daxuyaniyê bûn ev in: Yekîtiya Bazirganan, yekîtiya Senetkaran, Yekîtiya Karkeran, Yekîtiya Veguhestina Bijahî, Yekîtiya Endezyaran, Yekîtiya Mamosteyan, Yekîtiya navendên avahiyan, Yekîtiya Qesaban, Yekîtiya Mitehîdan, Desteya Wênegêşan, Saziya Zimanê Kurdî, Meclîsa Spor û Ciwanan, Meclîsa Tenduristiyê, Komeleya Berber û Koafêran, Komeleya Mafê Mirovan, Saziya Firotina Çigaran, Yekîtiya Bazirganên Pêdiviyên çandiniyê, Yekîtiya Bazirganên Turimbêlan, Meclîsa Çandiniyê û Yekîtiya Bazirganên Sûka Zebzeyan.